Dewreyeke perwerdeyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê qediya

58 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê li Akademiya 'Şehîd Mehmûd'  dewrey xwe ya perwerdeyê bi dawî kirin.

Dewreyeke perwerdeyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê qediya
Dewreyeke perwerdeyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê qediya
Dewreyeke perwerdeyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê qediya
Dewreyeke perwerdeyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê qediya
26 mijdar, 2018   15:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Akademiya 'Şehîd Mehmûd' a girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê beriya 45 rojan bi tevlêbûna 58 endaman dewreyeke perwerdeyê bi navê 'Şehîd Ismaîl Mihemed Elî El-Şêx ' hatibû destpêkirin.

Endaman waneyên leşkerî, bîrdozî, têkildarî bendên kontolê, awayên bi karanîna çekên giran û sivik û hunerên şer dîtin.

Îro bi armanca qedandina dewreyê merasîmek lidar ket.

Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minibicê, endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li merasîmê bûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.

Paşê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de girîngiya perwerdeyên ku endamên akademiyê digirin û rola wan di pêkanîna ewlehî û aramiya herêmê de hate destnîşankirin.

Di dawiyê de endamên dewreyê bawernameyên xwe girtin û endamên serkeftî hatin xelatkirin.

(şx)

ANHA