Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî şandeyekê dişîne Sûriyê

Serokê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî diyar kir ku ji bo lêpirsîna bikaranîna gazên jehrî li Sûriyê, rêxistin nîqaşa şandina şandeyekê dike. 

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî şandeyekê dişîne Sûriyê
26 mijdar, 2018   13:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa The Associated Press ragihand ku gerînendeyê gîştî yê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî Fernando Ariyas diyar kir ku berpirsên di komîteya navdewletî de nîqaşan dikin ku ji bo lêpirsîna rewşa ewlehiyê ya Sûriyê, dibe ku şandeyekê bişînin Sûriyê.  

Ajansa Sana ya alîgira rêjima Sûriyê jî ragihand ku êrîşên komên çete yên li ser gundewarên Helebê, tê de bomebeyên jehrî hatin bikaranîn.

Beriya çend rojan hatibû îdiakirin ku li Helebê ji hêla çeteyan ve gazên jehrî hatine bikaranîn û piştî van îdiayan, herêmên di bin kontrola çeteyên artêşa Tirk ên li Idlibê de, ji hêla balafirên şer ên Rûsyayê ve hatibûn bombebarankirin.