Li Kobanê kesekî ku 3 sûcên kuştinê kirin hate girtin

Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê kesekî 3 sûcên kuştinê kirine girt.

Li Kobanê kesekî ku 3 sûcên kuştinê kirin hate girtin
26 mijdar, 2018   13:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê kesekî ku 3 sûcên kuştin û diziyê kirne, girt.

Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî, diyar kir ku piştî çalakiyên lêpirsînê çalakiya girtinê pêk hat. Di lêpirsînan de bersûc li xwe mikur hat ku wî sûcên kuştinê û diziya mal û milkan dikir.

Buroyê diyar kir ku dema ku kesekî nasnameya wî nehat nasîn kuştî li gundekî Kobanê hat dîtin, endamên Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî dest bi çalakiyên lêpirsînê kir, piştî çend rojan ji çalakiyên lêgerînê bi hevkariya Komîteya Lêpirsînê, kesek gumanbar girtin. Piştî lêpirsîna bi wî kesî re, sûcên kuştinê û dizînê li xwe mikur hat.

Buroyê da zanîn ku bersûc 3 sûcên kuştinê pêk anîne, yê yekemîn beriya 5 salan, yê duyemîn beriya salekê û yê din beriya demekê pêk aniye.

Di 10`ê Cotmeha 2018`an de bersûc hate girtin û bi rêya lêpirsînan hemû sûcên ku kiribûn, îtîraf kirin.

(jo)

ANHA