Li Hesekê bazirganekî madeyên hişbirê hate girtin

Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ya bajarê Hesekê bazirganekî madeyên hişbirê tevî kîloyeke heşîşê girt.

Li Hesekê bazirganekî madeyên hişbirê hate girtin
26 mijdar, 2018   13:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Hesekê destnîşan kir ku piştî agahî têkildarî kesekî ku bazirganiya madeya heşîşê dikir wergirtin, endamên Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ya bajarê Hesekê dest bi lêkolîn û lêpirsînê kir û li taxa El-Ezîziyê tevî kîloyek heşîşê bazirgan hate girtin. 

Bazirganê madeya hişbirê radestî Komîteya Dozgeriyê û Lêpirsînê hate kirin da ku li gorî qanûnan bê darizandin.

(jo)

ANHA