Kurdistaniyên li Lubnanê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kirin

Bi boneya salvegera damezirandina PKK’ê kurdistaniyên li Lubnanê şahiyek li Beyrûtê li dar xistin.

Kurdistaniyên li Lubnanê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kirin
Kurdistaniyên li Lubnanê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kirin
Kurdistaniyên li Lubnanê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kirin
Kurdistaniyên li Lubnanê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kirin
Kurdistaniyên li Lubnanê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kirin
Kurdistaniyên li Lubnanê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kirin
Kurdistaniyên li Lubnanê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kirin
Kurdistaniyên li Lubnanê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kirin
26 mijdar, 2018   09:06

BEYRÛT

27’ê Mijdarê salvegera 41’emîn a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye. Bi wê boneyê kurdistaniyên li Lubnanê duh şahiyek li Hola El-Siwês a herêma El-Cidêde ya Beyrûtê organîze kirin.

Hola şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê û sembolên kurdî hate xemilandin.

Di şahiyê de ji aliyê nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Lubnanê Diyar Qamişlo û bi navê Weqfa Newroz a Çandî û Civakî Cemal Hesen û bi navê Kongreya Star Zeyneb Mihemed ve axaftin hatin kirin.

Axêveran damezirandina PKK`ê li tevahî gelê Kurd pîroz kir. Axaftvanan diyar kir ku roja damezirandina PKK’ê bû rojeke dîrokî ji bo Kurdistanê û bi saya felsefeya partiyê nexşerêya azadiya gelê Rojhilata Navîn hate xêzkirin.

Di axaftinan de şehîdên tevgera azadiyê ya Kurdistanê hatin bibîranîn. Her wiha hate gotin ku jinên Kurd bi saya şehîdên mîna Sakîne Cansiz û Bêrîtan bûn xwedî hêz û vîneke xurt. Hate diyarkirin ku PKK`ê di hemû aliyên jiyanê de serkeftinên girîng pêk anîn.

Şahî bi pêşkêşiya koma stranan a Şehîd Eylan û Koma Welatê Rojê û Koma Şanoyê ya Şehîd Bêrîtan û koma dîlanan bi dawî bû.

(ekîb)

ANHA