Ji ber kêmasiya mazotê xebatên belavkirinê paşde ketin

Şêniyên herêma El- Keramê bang li meclisan û stasyona Sadkobê kir da ku mazotê li şêniyên mayî belav bikin. Sadkobê diyar kir ku girîngî ya firinan e û di rojên pêşiya me de dê mazot li şêniyan were belavkirin.

Ji ber kêmasiya mazotê xebatên belavkirinê paşde ketin
Ji ber kêmasiya mazotê xebatên belavkirinê paşde ketin
Ji ber kêmasiya mazotê xebatên belavkirinê paşde ketin
Ji ber kêmasiya mazotê xebatên belavkirinê paşde ketin
26 mijdar, 2018   08:48

EHMED EL-ESAF / REQA

Bi hatina zivistanê re saziya Sadkobê mazot bi rêya komîn û meclisan li şêniyên herêma El-Keramê belav kir. Lê miqdara ku hatiye belavkirin, têra hemû şêniyên herêmê nekir.

Ji ber wê şêniyên El-Keramê bang li meclisan û stasyona Sadkobê kir ku mazotê ji şêniyan re peyda bikin. Ji ber ku nirxa her bermîleke mazotê li sûkê gihaştiye 24 hezar lîreyên Sûriyê. Lê li gel Sadkobê buhayê her bermîlekê 11 hezar û 500 lîreyên Sûriyê ye.

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Abdullah El-Mihemed ê ji şêniyên El-Keramê wiha got: "Zivistan hat û heta niha mazot li tevahiya herêmê nehatiye belavkirin. Dinya sar bûye, em bi hewcedariya vêxistina sobeyan in. Mazot li sûkê bi nirxên buha tên firotin, em nikarin wê bikirin. Ji ber wê em bang li meclisan û saziya Sadkopê dikin da ku mazotê ji me re peyda bikin."

Ji aliyê xwe ve hevserokê Meclisa Gel a rojavayê herêma El-Keramê Îsmaîl El-Mulhim jî wiha axivî: "Me mazot li 10 komînan belav kir. Miqdar hindik bû, têra hemû komînan nekir. Niha 7 komîn ku derdora hezar û 400 malbat lê dimînin, bê mazot in."

Girêdayî heman mijarê endamê saziya Sadkobê Xelîl El-Ewad ev agahî dan: "Me mazot bi rêjeya ji sedî 70 li şêniyên herêmê belav kir. Di rojên pêşiya me de em ê xebatên belavkirinê bidomînin. Ji ber xwesteka zêde li ser mazotê, miqdara wê li herêmê kêm bûye. Ji ber wê miqdara ku ji me re tê, em li ser firin û aşan belav dikin û miqdara dimîne em li meclisan belav dikin."

El-Ewad wiha domand: "Em wek saziya Sadkobê ji bo zêdekirina miqdara mazotê ji herêmên rojhilatê gundewarên Reqayê re em ê bi aliyên têkildar re nîqaş bikin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku saziya Sadkobê ji 2 mehan ve xebatên belavkirina mazotê li şêniyên Reqa û gundewarên wê didomîne.

(şx)

ANHA