Di operasyonên qirkirina siyasî Gelek kes hatin binçavkirin

Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden û Parlamentera berê ya HDP'ê Mulkiye Bîrtane jî di nav de gelek sendîkavan, siyasetmedar û parêzer di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin

Di operasyonên qirkirina siyasî Gelek kes hatin binçavkirin
26 mijdar, 2018   09:21

NAVENDA NÛÇEYAN 

Danê vê sibehê li gelek bajaran li dijî siyasetmedar û sendîkavanan operasyonên qirkirina siyasî dest pê kirin. Li Enqere, Îzmîr, Amed, Stenbol û Bûrsayê polîsên Tirk avêtin ser malan û gelek kes binçav kirin.

Enqere

Li Enqereyê di operasyonan de endam û rêveberên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES), Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Rêveberiyên Xwecihî û Şaredariyan (TUMBEL-SEN) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin binçavkirin.

Çend ji kesên hatine destgîrkirin: Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, endamê teqawîtbûyî yê SES'ê Ramazan Taş, Sekreterê Giştî yê TUMBEL-SEN'ê Yilmaz Yildirimci, endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya TUMBEL-SEN'ê Adem Kaya, Serokê Desteya Şopandinê ya TUMBEL-SEN'ê Yûsûf Guler, rêveberê berê yê HDP'ê yê bajêr Bahadir Demîrcan, Hevserokê berê yê taxa Yenîmahalleyê yê HDP'ê Mahabat Akin, rêveberê berê yê HDP'ê yê navçeya Çankayayê Davût Çalişir, Haydar Ustundag, Zekî Işil, Lezgîn Kûtûp, Aydin Keleş û parêzer Emrah Oner.

Amed

Li Amedê, polîsên Tirk avêtin ser mala Parlamentera berê ya HDP'ê ya Qersê û endama Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Mulkiye Bîrtane.

Bîrtane li mala xwe hate destgîrkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.

Îzmîr

Li Îzmîrê di serdegirtinan de, endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Mahfûz Guleryuz û endama Meclîsa Partiyê Gulay Bîlîcî jî di nav de zêdeyî 20 kes hatin binçavkirin.

Guleryuz ji bo tevlî civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê bibe çû Balafirgeha Adnan Menderes, lê li wir hate destgîrkirin. Bîlîcî, rêveberê HDP'ê yê navçeya Menemenê Mûstafa Aydin û endama partiyê Katîbe Ekyuce jî di nav de gelek kes li mala xwe hatin binçavkirin û Midûriyeta Emniyetê ya bajêr.

Stenbol

Li Stenbolê, parêzerek stajer Nîmet Acar li mala xwe di operasyonê de hate binçavkirin.

Bûrsa

Li Bûrsayê di serdegirtina malan de Atakan Bozkûrt, Merve Yildirim û kesekî navê wî nehat hînbûn hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyeta Bajêr.