Ji ber erdheja li Kirmaşanê 729 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Kirmaşan a rojhilatê Kurdistanê duh erd hejiya. Heta niha 729 kes birîndar bûne.

Ji ber erdheja li Kirmaşanê 729 kes birîndar bûn
26 mijdar, 2018   08:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Faris a Îranê diyar kir ku di encama erdheja ku duh li parêzgeha Kirmaşan çêbû, heta niha 729 kes birîndar bûne.

Berdevkê Rêxistina Awarte ya Îranê Micteba Xalidî ji ajansê re diyar kir ku di encama erdheja ku duh li li parêzgeha Kirmaşanê çêbû, heta niha 729 kes birîndar bûne û 37 kes ji wan ji bo tedawiyê rakirine nexweşxaneyan.

Xalidî diyar kir ku 44 erebeyên ambulansê li li herêmê alîkariyan pêşkêş dikin û heta niha tu agahî têkildarî windahiyên jiyanî nehatine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh li parêzgeha Kirmaşan erd bi pîleya 6,4 hejiya.

Li rojavayê Kirmaşanê 12`ê Mijdara 2017`an li bajarê Ezkele erd bi rêjeya 7,3 hejiyabû. Di encama wê de 620 kesî jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 12 hezar kes jî birîndar bûn.

(bx)