Li Efrînê malên sivîlan tên mayinkirin

Ji ber nakokiyên di navbera çeteyên li Efrînê û artêşa Tirk a dagirker de, çete mayinan di malên sivîlan de bi cih dikin.

Li Efrînê malên sivîlan tên mayinkirin
24 mijdar, 2018   10:15

EFRÎN

Çavkaniyên herêmî ji ANHA`yê re rûdanên li bajarê Efrînê diqewimin eşkere kirin. Çavkaniyan diyar kir ku di encama nakokiyên di navbera komên çete û artêşa Tirk a dagirker de, sivîl zirarê dibînin û çete ji ber aciziya xwe ji ber leşkerên Tirkiyeyê, ev çend roj e malên sivîlan mayin dikin.

Çavkaniyan diyar kir ku sedema nakokiyan ew e ku artêşa Tirk a dagirker hewl dide çeteyan ji herêmên ku kontrol kirine, derxe. Çete ne tenê malên sivîlan mayin kirin, her wiha sivîlan wek rehîne binçav dikin.

Ev çend roj e ji ber nakokiyên di navbera çeteyan û artêşa Tirk a dagirker de sivîl zirarên mezin dibînin. Li Efrînê di navbera artêşa Tirk û çeteyên Ehrar El-Şerqiye de şer zêde bûye, heta niha nakokî dewam dikin.

Li aliyekî din jî, revandina sivîlan ji aliyê artêşa Tirk ve bi rêya saziya nû a bi navê "Emîn El-Siyasî" dewam dike, herî dawî jî qedexeya derketina derve li navçeya Cindirêsê û bajarê Efrînê hate ragihandin.

(jo)

ANHA