Mijarên îro yên rojnameyên Erebî

Peyamên di navbera Washington û Moskowyê der barê Sûriyê de didomin. Washington ji bo rakirina cezayan li ser Îranê bazirganiyan nake. Li aliyekî din jî nakokiyên siyasî yên li Iraqê didomin, fermandariya Berzanî bi bloka Şîîayê hevgirtin çêdike, hin kesan ev hevgirtin wekî bi zirar wesaif dikin. Erdogan dîsa derbereyek nû xwar.

Mijarên îro yên rojnameyên Erebî
24 mijdar, 2018   10:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro hatin çapkirin behsa peymên di navbera Rûsiya û Amerîkayê de yên der derbarê dosyaya Sûriyê kirin, her wiha xebatên siyasî yên Iraqê û serdana Berzanî ji bo bexdayê û geşdanên li Yemen û Tirkiyê kirin.

Şerq El-Ewset: Washington ji bo rakirina cezayan li ser Îranê bazirganiyan nake

Rewşa Sûriyê wekî her car di rojnameyên Erebî de cihekî girîng girt. Rojnameya Şerq El-Ewset di manşêteke xwe de wiha got"Kermelin der barê daxuniya nûnerê Amerîka yê taybet li Sûriyê James Jefrrey de helwesteke bi lez ned. Çavkaniyên nêzî kesên xwedî biryar dibînin ku rêbazên axaftinên Washigoton ji yên berê paşde ketine û bal kişandin ser navendîbûya rola Rûsya di çareserkirina aloziya Sûriyê de. Jefry gotibû welatî wî ji bo rakirina cezayan li ser Îranê bazirganiyan nake.

Rojnameyê wiha domand "Çavkaniyên dopolmasî Rûsî duh ji dezgehên çapemeniyê re gotibûn, ku nameyên Jefrrey ên ji bo Moskoyê hêjayê ku li ser bê sekinandin û lêkolîn kirin û ev yek spartin nediyarbûna tu helwestinên fermî ji aliyê doplomasên Rûs.

Jefry her wiha gotibû" Welatê wê fkara bazirganiya li hebûna Îran li Sûriyê bi dosyaya cezayan li serTehranê red dike û diyar kiribû "Heger fikra baziraniya li ser vekişandina hêzên Îran ji Sûriyê bi zêdekirina cezayan li dijî Îranê em bi tu awayê qebûl nakin, ji ber ku ev mijarên cuda ne, cezayên Amerîka yên li dijî Îranê ne girêdayî Sûriyeyê, lê belê encamên fikarên Washington der barê dosyaya nûklera Îranê û çalakiyên wê yên li herêmê ne. "

El-Heyat: Enqere muhletê ji Washingtonê re diyar dike da ku nexşerêya Minbica Sûrî pêk bîne

Rojnameya El-Heyat jî behsa tîfaqa di navbera Washington û Tirkiyê de ya der barê Minbicê de ev wiha di manşêta xwe de got: "Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîs Oglu dawaza ji Neteweyên Yekbûyî kiribû ku heya dawiya salê nexşerêya girêdayî Minbic a Sûriyê pêk bîne. Oglu ji kenala CNN ya Tirkiyê re gotibû' nexşerêya girêdayî Minbic a Sûriyê ya ku Tirkiyê û Neteweyên Yekbûyî li hev kirine dive heya dawiya vê sale pêk were."

El-Ereb: Mesûrd Berzanî li Bexdayê serkêşiya xebata avakirina hevbendiyeke nû dike

Der bare mijara Iraqê Rojnameya El-Ereb wiha nivisî"Çavkaniyekî Iraqî serdana Mesûrd Berzanî Serokê Partiya Demokratîk  a Kurdistanê ji bo Bexdayê û pêwendiyên wê yên zêde bi siyasetmedarên mezin û serokatên partiyan re bi destpêka tevgera avakirina hevbendiyeke parlamanî di navbera Berazanî û îtîlafa dewleta qanûn bi serkêşiya Nûrî El-Malkî bi nav kir. Hevbendî jî îtîlafa Fetih ku Hadî El-Amirî serkêşiya wê dike û serokê hevbendiya El-Nesir Heyder El-Ebadî pêk tê."

El-Heyat: Nakokî li ser bernamzerên wezaretên ewlekariyê didome

Rojnameya El-Heyat girêdayê rewşa Iraqê wiha got: "Blokên Sunî yên Iraqê şêwirên xwe didomînin da ku beriya rûniştina pêş bernamzetê Wezîrê Parastinê diyar bike. Cîgirê Bloka Beyariq El-Xêr Mihemed El-Xalidî gotibû bolokên Sunî hîna li ser diyarkirina Wezîrê Parastinê ji bo Iraqê li hev nekirine û diyar kir ku diyalogên xwe didomînin da ku kesekî hilbijrên ku ji aliyê hemûyan ve were qebûlkirin. El-Xalidî diyar kirn ku niha 8 kes hene di pêşbirkê de ne, diyarkirina yek kes girêdayî lihevkirinên serokên Sunayê ye."

Şerq El-Ewset: Di navbera Filistîn û Îsraîl de navbeynkariya Rûs

Têkildarî rewşa Filistînê Şerq El-Ewset wiha got: "Wezîrê Derve yê Sûriyê Sergy Lavrov di formaya çaremîn a diyaloganê navîn ku duh li Romayê hatibû lidarxistin careke din bang li aliyê Îsraîlê û Filistînê kir ku li Moskoyê diyalogan bikin û got krîzên heyî li herêmê bêyî qanûnên navdewletî nayên çareserkirin, meqeseda me ji vê yekê krîzên Rojhilata Navîn in."

El-Heyat Girffet banga "Ferzenda diyalogan qezenc bikin" li aliyên Yemenê dike

Têkilarî rewşa Yekemên Rojnameya El-Heyat got: "Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê taybet li Yemenê Martin Girffet duh înê serdana xwe li bajarê Hudeydayê bi dawî kir û bang li aliyên Yemenê kir ku ferzenda diyalogan qezenc bikin"