‘Ocalan hişt jin azadiya xwe nas bikin’

Di nava rêzeçalakiyên Kongreya Star ên 25`ê Mijdarê de konê îmzeyan ji bo azadiya Ocalan hatiye vedan. Kon di roja xwe ya 7`emîn de dewam dike û îro jî jinên Ereb ji bo azadiya Ocalan îmze dan. Jinan diyar kir ku Ocalan azadî bi wan da naskirin.

‘Ocalan hişt jin azadiya xwe nas bikin’
‘Ocalan hişt jin azadiya xwe nas bikin’
‘Ocalan hişt jin azadiya xwe nas bikin’
‘Ocalan hişt jin azadiya xwe nas bikin’
24 mijdar, 2018   10:14

STÊRA NEBÎ / KOBANÊ

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15`ê Sibata 1999’an de bi komployeke navdewletî hate girtin. Her ku çû dewleta Tirk tecrîd li ser Ocalan giran kir û di her 2 salên dawiyê de parêzerên Abdullah Ocalan û malbata wî xwestin hevdîtinê bi Ocalan re bikin lê dewleta Tirk asteng kir.

Ji bo wê jî îro hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryan û Ermen ji bo tecrîda li ser Ocelan tev lî konê îmzekirinan ên ku di nava rêzeçalakiyên Kongreya Star ên ji bo 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan dibin. Kon 17`ê Mijdarê  li bajarê Kobanê hatiye vedan û di roja xwe ya 7`emîn de berdewam dike. Îro jî jinên Ereb kon ziyaret kirin û ji bo Ocalan îmzeyên xwe dan.

Der barê mijarê de rêveberiya Kongreya Star a li Sirînê Nala Mihemed wiha axivî: "Îro em hatine tev li konê îmzeyan bibin. Em kêfxweş in ku em îro ji bo serok Apo îmzeyan kom dikin, ji ber ku kesê hişt em azadiya xwe nas bikin û mafên xwe bi dest bixin, ew e."

Her wiha yek ji endamên Kongreya Star a Sirîne Alaî Mistefa wiha axivî: "Em îro tev li çalakiyên 25`ê Mijdarê dibin û tecrîda li ser serok Apo şermezar dikin. Em îro pir kêfxweş in ku me kanibû cihê xwe di vê çalakiya ji bo serok Apo de bigirta.”

Alaî di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku hemû jin azadiya xwe nas bikin û şîdetê li ser xwe qebûl nekin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tiştî bikin, ji ber ku felsefeya wî hişt jin azad bibin.

ANHA