ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22.11.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22.11.2018
22 mijdar, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînekê bi dest û komîteyên karûbarên civakî yên 7 Rêverberiya Xweser û Rêveberiyên Sivîl lidar dixe. Saet 12:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêzeçalakiyên Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ji bo roja zarokan a cîhanî, dewam dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Efrînê di vegera Efrînê û qewirandina dagirkeran bi israr in. Ji ber wê navê 'Veger' li kampa pêncan a ku li nevçeya Şêrawayê hatiye avakirin kirin. Ji aliyê xwe ve rêveberiya Kampê dest bi qeydkirina navên malbatên ku dê li kampê bi cih bibin kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Şahoz Hesen anî ziman ku qonaxa heyî ya herî guncav û girîng e ku Kongreya Netewî were lidarxistin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Siyasetmendar û Pisporê Rojhilata Navîn Niyaz Hemîd diyar kir ku destkeftiyên Kurdan, hevkariya Kurd û Amerîkayê, Tirkiye ber bi Rûsya  yê ve bir û bi hevpeymanên dawî yên Tirkiye yê bi Rûsya  yê re kirî, Tirkiye bû dîlê Rûsya  yê.(BI WÊNE)

JIN

- Şêniyên ji taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê destnîşan kirin ku ji bo rawestandina tundiyê li dijî jinan divê destpêkê civak xwe ji zihniyeta mêrdestiyê rizgar bike. Her wiha teqez kirin ku fedekariyên jinên têkoşer û berxwedêr li eniyan rê li pêşiya tundiya li dijî jinan girt.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Kongreya Star û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya 25‘ê Mijdarê çalakiyan li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Buroya ciwanan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê şaxê Firatê, şahiyekê çandî li hola Firat a bajarê Kobanê lidar dixe. Saet 11:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên gundên Dêrazorê ji ber kêm lêçûna avakirina malên axî û ji ber ku ji hawîrdora herêmê gunceve careke din dest bi avakirina xaniyên axî kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Komîteya Sotemenî ya navçeya Til Hemîsê mazot li 10 hezar û 125 malbat heta niha belav kiriye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Sûkên gelêrî yên rojavayê gundewarên Dêrazorê cihên gelêrî ne ku şênî ji hemû temenan lê li hev kom dibin. Di wan sûkan de cudahî di navbera xizan û dewlemend de radibin. Her wiha ji ber guncewabûna nirxên kelûpelan bûne meqseda şêniyan.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA