Şahoz Hesen: Qonaxa heyî ji bo lidarxistina Kongreya Netewî guncaw e

Şahoz Hesen anî ziman ku qonaxa heyî ya herî guncav û girîng e ku Kongreya Netewî were lidarxistin.

Şahoz Hesen: Qonaxa heyî ji bo lidarxistina Kongreya Netewî guncaw e
22 mijdar, 2018   05:15

NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen di hevdîtinekê bi ajansa me ANHA'yê re sedemên ku nahêle yekitiya kurdan bê avakirin û girîngiya lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê destnîşan kir.

Hesen got: "Îro têkoşîna gelê Kurd a bi daxwaza mafê rewa di aliyê siyasî û leşkerî de gihiştiye qonaxeke pêşketî. Pêvajoya ku gelê Kurd tê de derbas dibe pir hestiyar e û bandora wê li ser Rojhilata Navîn ji demên berê bêtir zemîna avakirina yekitiya niştimanî û lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê datîne da ku yekîtiya Kurdî li pêş bixe. "

Hesen di berdewama axaftina xwe de girîngiya lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê diyar kir û ev tişt anî ziman: "Lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê pêwîstiyek e ku nêrîna kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê bike yek û li hemberî plan û komployên li djiî gelê Kurd li Rojhilata Navîn bisekine. Nemaze ku gelê Kurd îro bi têkoşîna xwe, bi taybet a li hemberî terorê bûye aliyeke siyasî li Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê pêwîst e gavên cidî û aktîv di vî warî de werin avêtin. Divê xebateke li ser esasê berjewendiyên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê were meşandin û pêkanîn da ku li pêşiya lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê nebe asteng. "

Têkildarî astengiyên ku li pêşiya lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê derdikevin Şahoz Hesen got: "Ji astengiyên herî sereke parçebûyîna erdnîgariya Kurdistanê, her partiyek an aliyek beşek girtiye û siyasetên cuda girêdayî doza Kurdî dimeşînin. Ev yek ji bo berjewendiyên Kurdî ne guncaw e,  her wiha hin aliyên Kurdî li parçeyên Kurdistanê bi aliyên dijber û dagirkerên Kurdistanê li dijî gelê Kurd dibe hevkar û têkiliyan dike. "

Şahoz Hesen girêdayî rêbazên ku zemîna çareserkirina pirsgirêkan û avakirina yekitiya Kurdî datîne ev tişt anî ziman: "Divê hemû aliyên siyasî yên Kurdî di asta yekemîn de li ser bingeha lihevkirina gelê Kurd bixebitin û bi lez Kongreya Netewî ya Kurdistanê li dar bixin û bighêjin çareseriyê."

Hesen destnîşan kir ku, mercên yekitiya gelê Kurd peyda bûye. Lê hin aliyên Kurdî  li pêşiya kongreyê û hêviyên gelê Kurd dibine kelem.

Hesen derbarê mijarê de wiha axifî: "Êrîşên li dijî gelê Kurd, berxwedan û yekitiya ku gelê Kurd li Kobanê, Şengal û Başûrê Kurdistanê pêk anîne zemîna hevgirtinê û yekitiya aliyên siyasî bi gel re danî ku berpirsyariya xwe ya siyasî li hemberî gel pêk bînei. Lê berdewama nakokiyan li pêşiya girtina yek biryarê dibe asteng."

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen anî ziman ku Kongreya Netewî ya Kurdistanê kombûna hemû aliyên siyasî dike armanc. Hesen heman debê got ku, “lidarxistina kongrê ji armancên sereke yên PYD'ê ne. Partiya Yekitiya Demokratîk ji bo xurtkirina têkiliyên hemû partî û aliyên siyasî yên Kurdî li Rojava û parastina destkeftiyên gelê Kurd dixebite, da ku bibe bingeha çareserkirina doza Kurdî.”

 Şahoz Hesen di dawiyê de got ku ew amade ne erka xwe pêk bînin,  ji bo ku kongreya netewî bê li darxistin jî amade ne destekê bidin herkesek ê ku dixwazin kongreya netewî bê li darxistin.

ANHA