James Mathis: Em ê noqteyên çavdêriyê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de belav bikin

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mathis ragihand ku DYA'yê wê navendên çavdêriyê li ser sînorên  Bakurê Sûriyê belav bike.

James Mathis: Em ê noqteyên çavdêriyê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de belav bikin
21 mijdar, 2018   20:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Mathis got: "Li hindek  cihan li ser sînorên Bakurê Sûriyê em ê navendên çavdêriyê belav bikin. Armanc ji vê yekê rêgirtina şerê navbera Hêzên Sûriyê Demokratîk û hêzên Tirkiyê ye.”

Mathis bi bîr xist ku şerê navbera Hêzên Sûriyê Demokratîk û Tirkiyê bandorê li şerê dijî rêxistina DAIŞ`ê ya teror dike.

Lê derbarê dema destpêkirina belavkirina noqteyên çavdêriyê, Mathis tu agahî nedan.

(ekîb)