‘Dest bi dest em bajaroka xwe bixemilînin’

Komîteya Xizmetguzariyan a Meclîsa Şehîd “Nedîm El-Şirêde” ya bajaroka El-Sehwê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Dêrazorê bi hevkariya rêxistina Firat dest bi paqijkirina bajarok kir.

‘Dest bi dest em bajaroka xwe bixemilînin’
‘Dest bi dest em bajaroka xwe bixemilînin’
‘Dest bi dest em bajaroka xwe bixemilînin’
‘Dest bi dest em bajaroka xwe bixemilînin’
‘Dest bi dest em bajaroka xwe bixemilînin’
‘Dest bi dest em bajaroka xwe bixemilînin’
21 mijdar, 2018   12:17

DÊRAZORÊ

Piştî ku qirêjî li kolanên bajaroka El-Sehwê kom bû û bihna genî belav bû komîteya Xizmetguzariyê ya Meclîsa Şehîd “nedîm El-Şirêde” bi hevkariya rêxistina Firat bersiva giliyên welatiyan da û dest bi paqijkirina bajarok kir.

Alavên paqijiyê rojane ji saet 08:00’an ve dest bi xebatên xwe yên paqijkirinê dikin û rojan du caran kolanên sereke paqij dikin.

Serokê Komîteyê Zekeriya El-Esaf girêdayî mijarê wiha got: “bi armanca parastina welatiyên bajarok ji nexweşiyan û xemilandina bajarok karkerên paqijkirina kolanan xebatên xwe birêk û pêk didin meşandin û bi berpirsyarî nêzî mijara paqijkirina bajaroka xwe dibin.”

ANHA