Şaredariyê soza sererastkirina rêyên herêma El-Kerame da

Şarederiya Gel a herêma El-Kerameyê li ser xwesteka şêniyên herêmê soz da ku dê dest bi sererastkirina rêyên ku ji ber baranê xira bûnê, bikin.

Şaredariyê soza sererastkirina rêyên herêma El-Kerame da
Şaredariyê soza sererastkirina rêyên herêma El-Kerame da
Şaredariyê soza sererastkirina rêyên herêma El-Kerame da
Şaredariyê soza sererastkirina rêyên herêma El-Kerame da
Şaredariyê soza sererastkirina rêyên herêma El-Kerame da
Şaredariyê soza sererastkirina rêyên herêma El-Kerame da
21 mijdar, 2018   12:05

REQA

Rêyên gundewar û bajarokên herêma El-Kerame ji ber barana dijwar her wiha ji ber kiryarên komên çekdar li herêmê xira bûne.

Ji ber barana dijwar ku li herêmê bariya, lehî rabû û gol di nava rêyan de çêbûn. Rêyên herêmê xira bûn û zehmetî di çûn û hatinê de çêbûn. Her wiha gelek caran qezayên trafîkê jî çêdibin.

Welatiyên bi navên Elî El-Hesen û Sayir El-Zahir ên ji gundê El-Telîa diyar kir ku rêyên herêmê xirabûyî ne û bi taybet dema ku baran dibare gelek zehmetiyan di çûn û hatinê de dibînin, her wiha destnîşan kir ku zarokên wan nikarin biçin dibistanan. Her du welatiyan bang li şaredariyê û aliyên pêwendîdar kir ku rewşa wan di ber çavan re derbas bikin û pirsgirêka wan çereser bikin.

Hevseroka Komîteya Xizmetguzariyê ya Şaredariya Gel a herêma El-Kerama ya gundewarên Reqayê Umer El-Esaf got divê hemû kolanên herêmê werin sererastkirin, bi taybet ji ber ku herêm di nava çend salan de di aliyê xizmetguzariyê de hatibû paşguhkirin. Ji ber wê şaredariyê dest bi sererastkirina rêyan kir û tê payîn ku di demeke kin de pirsgirêka rêyan çareser bike.

(bx)

ANHA