Li Serêkaniyê têkildarî 25’ê Mijdarê semîner

Kongreya Star a Serêkaniyê têkildarî 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan semînerek organîze kir.

Li Serêkaniyê têkildarî 25’ê Mijdarê semîner
Li Serêkaniyê têkildarî 25’ê Mijdarê semîner
Li Serêkaniyê têkildarî 25’ê Mijdarê semîner
Li Serêkaniyê têkildarî 25’ê Mijdarê semîner
21 mijdar, 2018   12:21

HESEKÊ

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25‘ê Mijarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de ku ji aliyê Kongreya Star ve têne organîzekirin, semînerek ji bo kedkarên sinaiyê yên bajarê Serêkaniyê hate dayîn.

Semîner ji aliyê endama Kongreya Star Awaz Oso ve hate dayîn. Awaz dîroka Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û berxwedana her sê xwişkên Mîrabal li dijî desthilatdariya baviksalar vegot.

Awaz Oso her wiha şêwazên tundiya li ser jinan û rêbazên rêgirtina li pêşiya tundiyê destnîşan kirin, her wiha têkoşîna Kongreya Star a parastina jinan ji tundiyê bi bîr xist û got Kongreya Star spartgeha hemû jinan e.

Awaz bang li zilaman kir ku têkoşîneke hevpar pêk bînin da ku dawiyê li tundiyê bînin û jiyaneke rast di nava jin û mêran de were meşandin.

ANHA