Li Dêrazorê polêsên trafîkê dest bi hemleyeke nû kir

Li Dêrazorê hêzên Ewlehiya Hundirîn û polêsên trafîkê bi armanca pêşxistina hişmendiya ajokaran û rakirina derqanûniyan, dest bi hemleyekê li ser bendên kontrolê li herêma El-Cezrat kir.

Li Dêrazorê polêsên trafîkê dest bi hemleyeke nû kir
Li Dêrazorê polêsên trafîkê dest bi hemleyeke nû kir
Li Dêrazorê polêsên trafîkê dest bi hemleyeke nû kir
Li Dêrazorê polêsên trafîkê dest bi hemleyeke nû kir
21 mijdar, 2018   10:51

DÊRAZOR

Hemle bi hevkariya polêsên trafîkê û hêzên Ewlehiyê Hundrîn pêk tê. Di hemleyê de camên reş ên erebeyan (fêmê) û dewên xemilandinê û lazerê ji motorsîklêtan têne rakirin. Her wiha ji bo ji kaxezên erebeyan teqez bibin û erebeyên hatine dizîn, werin diyarkirin û ji bo parastina ewlehiya ajokar û welatiyan, ev hemle pêk tê.

Di vê çarçoveyê de polêsên trafîkê û hêzên Ewlehiya Hundirîn ciwanên ku motorsîklêtên xwe bi dewan xemilandibûn, hişyar kirin, lê belê encamek bi dest ve nehat.

Ji ber vê yekê polêsên trafîkê dest bi hemleya zanakirinê ya trafîkê bi dirûşmeya "Azadiya te bi dawî dibe, dema azadiya kesên din dest pê dike û rê yên her kesî ne û ji bo erebeyan hatine çêkirin” kir.

Polêsên trafîkê di hemleya xwe de camên reş ên erebeyan radikin.

(bx)

ANHA