Alavên kevn bûne çavkaniya debara gelek welatiyên Hesekê

Welatiyê bi navê Heysem Cûma di 40 saliya xwe de li ser erebeya xwe ya 3 teker digere û li alavên kevn digere da ku pê debara malbata xwe pêk bîne. Her wiha li herêma Hesekê gelek jin û mêr di vî karî de dixebitin.

21 mijdar, 2018   10:41

DILSOZ DILDAR – HOGIR NECAR / HESEKÊ

Tevî ku pêdivî erzan in jî, veguhestina van pêdiviyan buha ye, ji ber ku komên çete û hêzên rêjîmê bac û xiracê  ji madeyên ku ji herêmên Bakurê Sûriyeyê ber bi hundirê Sûriyeyê ve diçin, distînin. Berhevkirina alavên kevn yek ji wan rêyan e ku gelek malbatên xizan Ii kantona Hesekê pê debara xwe dikin.

Heysem Cûma (40) serê sibehan erebeya xwe li gund û navçeyan digerîne da ku bikare alavên kevn bibîne.  Cûma li ser karê xwe wiha dibêje: "Ev çend sal e ez alavên kevn ên li gund û navçeyan kom dikim û difiroşim kargehên li bajêr da ku pê malbata xwe xwedî bikim."

Cûma destnîşan kir ku buhayê alavan kêm e, lê rojane di navbera hezar heta 2 hezar lîreyên Sûriyeyê de distînin û ev jî firsendeke baş e ji bo debara malbatê.

150 malbat bi firotina alavên kevn xwe xwedî dikin

Li rojhilatê bajarê Hesekê Sibhî El-Dexîl ku xwediyê kargeha alavên kevn e, ev 15 sal e alavên kevn ên ku ji derve de tên, dikire. El-Dexîl li ser awayê karê wan wiha dibêje: "Li vir em hemû alavên kevn mîna hesin, aleminyom û plastîk dikirin, hemû kesên ku alavên kevn ji hemû herêmên kantonê kom dikin, tinîn vir. Em jî van alavan dikirin û radestî kargehên li herêmên hundirîn dikin ku careke din wan alavan ji nû ve çêkin."

El-Dexîl da zanîn ku nêzî 150 malbat ji bo ku debara jiyana xwe bikin, alavên kevn kom dikin.

Sibhî El-Dexîl giliyê dike ku nikarin alavan ji kargehên di hundirê Sûriyeyê re bişînin û wiha got: "Ev 5 sal e ji ber qutbûna rê em pirsgirêka şandina alavan ji kargehên li Humis, Hema û Şamê re dikêşin." El-Dexîl destnîşan kir ku tenê hesin nabe ku bê şandin, alavên din tên şandin lê pir bi zehmetî.

Ji bo debara jiyanê em fêrî vê pîşeyê bûn

Li aliyekî din jî kesê bi navê Ebo Sibhî 5 sal e li ser alava rastkirina hesinan dixebite, da zanîn ku ew fêrî vê pîşeyê bûn da ku debara jiyana xwe bikin. Li ser makanîzmaya karê xwe wiha Ebo Sibhî wiha dibêje: "Em hesinan ji şêniyan û bazirganan dikirin wan hesinan sererast dikin û difiroşin pisporan, ew jî di lêkirina xaniyan de bi kar tînin."

“Karkirin ne eyb e”

Ne tenê zilam, bi dehan jin ji bo xwedîkirina malbatên xwe di kargehê de kar dikin û hemû bendên civakê ku nedihiştin jin kar bikin, şikandin.

Meryem Mihemed tevî xwişkên xwe ev 4 meh e di kargehê de kar dike. Meryem wiha dibêje: "Ez alavên kevn ji hev derdixim, ev 4 meh e ez tê de kar dikim."

Li aliyekî din ciwana bi navê Sara El-Elî tevî dayika xwe di kargehê de kar dike û wiha got: "Ev 4 meh e em di kargehê de kar dikin, karê min madeyên ku ji dervayî kargehê hatine, ji hev derdixim."

Sara ji bo nêrîna civakê ji wan re wiha dibêje: "Pir kesan ji me re got kar terk bikin û eyb e, lê tersî wê min got ku kar ne eyb e û em pê debara xwe dikin."

(jo)

ANHA