Li Reqayê mayinek teqiya

Li taxa El-Ferdûs a bajarê Reqayê mayinek bi dozerekê de teqiya. Di encama wê de zirar gihaşt bagirê. Her wiha tîmên taybet miqdarek ji madeyên teqemenî dît û hate diyarkirin ku çeteyên DAIŞ`ê ew cih ji xwe re wek baregehekê di demên berê de bi kar dianî.

Li Reqayê mayinek teqiya
Li Reqayê mayinek teqiya
Li Reqayê mayinek teqiya
Li Reqayê mayinek teqiya
Li Reqayê mayinek teqiya
21 mijdar, 2018   11:21

REQA

Îro di saetên sibê de dema ku werşeyên kar, kar û xebatên xwe yên rakirina bermahiyên şer ji taxa El-Ferdûs a bajarê Reqayê didomandin, mayinek bi dozerekê (trêks) wan de teqiya. Di encama wê de zirar gihaşt bagirê. Her wiha li ser xwesteka tîmên taybet kesên ku rakirina bermahiyên şer dişopînin, bangewazî kir ku mayinan rakin.

Pisporên tîmên taybet ên rakirina mayinan ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku bagirê pê li mayinê kir û teqiya.

Pisporan destnîşan kir ku di encama lêgerîna wan li herêmê de, baregeheke çeteyên DAIŞ`ê dîtin. Di baregehê de kemerên teqemenî bi cureyên cuda hatin dîtin. Her wiha hate diyarkirin ku wan gelek mayin li herêmê bê bandor kirine.

(bx)

ANHA