Pêşangeha  Gerok a pirtûkan li Hesekê hate vekirin

Îro Pêşangeha  gerok a pirtûkan li bajarê Hesekê hate vekirin.

18 mijdar, 2018   13:17

HESEKÊ

Pêşangeha  Gerok a pirtûkan ji aliyê Desteya Çand û Hûner a bajarê Hesekê ve hatiye organîzekirin. Pêşengeh dê 3 rojan li herêma Cizîrê dewam bike. Hevserokê Meclisa Rêveber a Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan, hevserokên kantona Hesekê Ebdulxenî Oso û Semer Ebdulah beşdarî vekirina pêşengê bûn.

Di vekirina pêşengehê de Endame Desteya Çand û Hûner a kantona Hesekê Efaf Heskî destnîşan kir ku bi rêya xwendinê mirov dikarin sûd ji tecrûbeyan werbigirin.

Efaf diyar kir ku divê di her malekê de pirûkxaneyek hebe da ku zarokên wê malê li ser çanda xwendinê mezin bibin û afrîneriya xwe pêş bixînin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Cizîrê got ku pêşangehên bi vî awayî û pirtûk dikarin dîroka gelên herêmê ku ji aliyê siysetên desthilatdaran ve ku li ser gelan pêk tanîn windabûne jinûve vejînin.

Sarûxan kêfxweşiya xwe bi pêşangehê diyar kir û got mirov dikarin bi rêya pirtûkan nifşên nû li ser berxwedana gelên herêmê ava bikin.

Sarûxan diyar kir ku divê hemû nîviskar û rewşenbîr li dijî komployên ku dixwazin destkeftiyên gelên herêmê, çand û dîroka wan binpêbikin, derbikevin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku pêşangeha gerok a pirtûkan li gelek bajarên herêma Cizîrê hate vekirin û dê 3 rojan li bajarê Hesekê dewam bike.

(bx)

ANHA