Komîteya Sotemeniyê ya Tirbespiyê giliyên welatiyan bersivandin

Komîteya Sotemeniyê ya navçeya Tirbespiyê li ser daxwaza welatiyan depoyên sotemeniyê yên her şeş benzînxaneyan paqij kirin.

Komîteya Sotemeniyê ya Tirbespiyê giliyên welatiyan bersivandin
Komîteya Sotemeniyê ya Tirbespiyê giliyên welatiyan bersivandin
Komîteya Sotemeniyê ya Tirbespiyê giliyên welatiyan bersivandin
Komîteya Sotemeniyê ya Tirbespiyê giliyên welatiyan bersivandin
18 mijdar, 2018   13:04

QAMIŞLO / RÊNAS REMO

Welatiyên navçeya Tirbespiyê li ba Komîteya Sotemeniyê ya navçeyê giliyên xwe kirin ku sotemeniya pêşkêşî wan tê kirin ne paqij e û li ser daxwaza welatiyan komîteyê gera xwe li ser her 6 benzînxaneyên navçeyê pêk anîn. Di gera Komîteyê de diyar bû ku sedema nepaqijbûna sotemeniyê ji ber depoyên benzînxaneyan e û li ser vê yekê komîteyê dest bi paqijkirina van depoyan kir.

Rêveberê Komîteya Sotemeniyê ya navçeyê Elî Remo destnîşan kir ku komîteyê hemû depoyên benzînxaneyên navçeyê paqijkirin. Remo da zanîn ku ew bi berpirsiyarî nêzî giliya welatiyan bûne û hewl didin sotemeniya bi koalîteya baş li welatiyan belav bikin.

Remo di dawiya axaftina xwe de bang li welatiyan kir ku hevkariya komîteyê bikin û ji xwediyên benzînxaneyan xwest ku li gorî pîvanên koalîteya sotemeniyê tevbigerin.

(fr)

ANHA