HPC`ê navendeke xwe li başûrê Kobanê vekir

Di çarçoveya parastina rewa de, şêniyên Bakurê Sûriyê roj bi roj hêza xwe ya civakî ya bi navê HPC`ê xurtir dikin. Li ser vê bingehê, HPC`ê navendeke xwe li bajaroka Til Xezal ê başûrê bajarê Kobanê vekir.

HPC`ê navendeke xwe li başûrê Kobanê vekir
HPC`ê navendeke xwe li başûrê Kobanê vekir
HPC`ê navendeke xwe li başûrê Kobanê vekir
HPC`ê navendeke xwe li başûrê Kobanê vekir
HPC`ê navendeke xwe li başûrê Kobanê vekir
HPC`ê navendeke xwe li başûrê Kobanê vekir
HPC`ê navendeke xwe li başûrê Kobanê vekir
HPC`ê navendeke xwe li başûrê Kobanê vekir
HPC`ê navendeke xwe li başûrê Kobanê vekir
18 mijdar, 2018   13:21

KOBANÊ

Navenda HPC`ê bi navê Şehîd Sebrî bi merasîmekê hate vekirin. Bi dehan şêniyên bajarok û şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Kobanê tevlê merasîma vekirinê bûn.

Hevserokê Şaredariya KobanêFaris Etî di merasîmê de axivî û diyar kir ku ev navend bersiva êrîşên li ser Kobanê ye û cihê parastinê ye û got:"Vekirina navendeke bi vî rengî xwedî derketina li nirxên şehîdan e, em bi parastina xwe bersiva her êrîşan didin.”

Endamê Rêveberiya Meclisa bajaroka Til Xezal Cemal Elî bi xêr hatina mêvanan kir û got:"Armanca me ji vekirina navendê ku her kes xwedî li parastina warê xwe derkevê û axa xwe biparêzin."

Piştî axaftinan, deriyê navendê ji aliyê dayîka şehîd Sebirî, Helîm Şêxo ve hat vekirin.

Paşê, şanoyek bi navê "Em ê xwe biparêzin" hat pêşkêşkirin. Her wiha Komên dîlan dîlanên xwe pêşkêş kirin û stran hatin gotin.

Merasîm bi gerandina dîlanê bi dawî bû.

(şm)

ANHA