‘Dewleta Tirk bi êrîşên xwe îradeya gel dike hedef’

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê gotin dagirkeriya Tirkiyeyê bi êrîşên xwe yên li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê dixwaze aramiya herêmê têk bibe û teqez kirin ku wê li hember dagirkeriyê bisekinin û nehêlin planên wan bi ser bikevin.

‘Dewleta Tirk bi êrîşên xwe îradeya gel dike hedef’
17 mijdar, 2018   10:57

OLVA HEC MENSÛR / HESEKÊ

Di demên dawî de leşkerên artêşa Tirk a dagirker êrîşî gundên li ser sînor ên kantona Kobanê û Girê Spî yên herêma Firatê û navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê kir. Di êrîşên li ser niştecihgehên sivîlan de, zaroka bi navê Sara Rifet Mistefa ya 6 salî şehîd bû. Her wiha hin şervanên Hêzên Erka Xweparastinê şehîd û birîndar bûn. Li hember zêdegaviyên dewleta Tirk a dagirker civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan bê deng in.

Nerazîbûna gel li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin. Têkildarî mijdarê şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê nêrînên xwe ji ajansa me ANHA‘yê re parve kirin. Şêniyên diyar kirin ku dewleta Tirk bi van êrîşan îradeya gelan û aramiya herêmê dike hedef.

Ebdulbaqî Ebdulrehman anî ziman ku êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê di heman demê de ku çeteyên DAIŞ‘ê li baregeha xwe ya dawîn li Dêrazorê tune dibin, pêk hatin û got her çi qas Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) serkeftinan bi dest dixe hêrsa Tirkiyeyê ya li hember herêmên li ser sînorê Bakurê Sûriyeyê zêde dibe.

Ebdulrehman destnîşan kir ku aramî û jiyana hevbeş li herêmên Bakurê Sûriyeyê ji dewleta Tirkiyeyê re ne rihet tê, lewre êrîşan dike da ku îradeya gel bişikîne.

Ebdulbaqî Ebdulrehman tekez kir ku dê li hember hemû êrîşan xaka xwe biparêzin.

Mihemed Xelef jî ji aliyê xwe ve anî ziman ku dagirkeriya Tirkiyeyê herêmên rizgarkirî yên Bakurê Sûriyeyê dike hedef da ku projeya xweseriya demokratîk têk bibe.

Xelef her wiha anî ziman ku Tirkiye bi êrîşên xwe di heman demê de hewl dide fitneyê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de derxe û gel bitirsîne û wiha got: "Wek gelê herêmê em dikarin xwe biparêzin."

ANHA