Li Parlemana Ewropayê li ser berxwedana YPJ`ê fîlmek hate nîşandan

Fîlma Komander Arien ku li ser şervaneke YPJ`ê ye ku li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer dike, li Parlemana Ewropayê hate nîşandan.

Li Parlemana Ewropayê li ser berxwedana YPJ`ê fîlmek hate nîşandan
17 mijdar, 2018   11:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El-Ewsat belav kir ku fîlma Komander Arien a derhênera Spanî Alba Sotorra li Parlemana Ewropayê hatiye nîşandan. Fîlm li ser rola şervanekê ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê ye ku rola şervanên YPJ`ê li dijî DAIŞ`ê dide nîşandan.

Derhênera fîlmê Alba Sotorra ji rojemeya Şerq El-Ewsat re axivî û wiha got: “Bi rêya fîlmê em jinekê dibînin ku beşdarî şerê li dijî DAIŞ`ê bûye, paşê em rewşa ku jinên li Kobanê dijîn, didin xuyakirin. Em hêvî dikin ku bigihîje dilê we û peyamê nas bikin ku jinên li wê herêmê rizgar bikin û daxwaz dikin ku yekitiya jinên cîhanê pêk were û alîkariyê jinan çi li Bakurê Sûriyeyê yan li cihekî din bidin wan, da ku jin beşdarî biryaran bibin."

Her wiha endamê Parlemana Ewropayê Stelios Colgolo jî ji rojnameyê re wiha got: "Pir girîng e tiştê ku li Bakurê Sûriyeyê rû dide, welatiyên Ewropayê bizanin. Jinên Kurd şoreşekê pêk tînin. Divê kesên li Ewropayê dijîn zehmetî û şerê li dijî DAIŞ`ê bizanin, ji ber ku ew tenê girîngiyê didin petrola li Rojhilata Navîn. Tenê fîlm nikare vê yekê bike.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şoreşa li Rojava bi lehengiya jinan a li dijî çeteyên DAIŞ`ê û rola wan di hemû saziyan de, bala hemû cîhanê kişand.

(jo)