Malbata Kalo bû qurbaniya hovîtiya dagirkeran

Di êrîşeke hewayî ya balafirên dewleta Tirk a dagirker li ser taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê de malbata Kalo dibe qurbanî. Di êrîşê de ji heman malbatê kesek şehîd dibe û 2 jî birîndar dibin.

Malbata Kalo bû qurbaniya hovîtiya dagirkeran
Malbata Kalo bû qurbaniya hovîtiya dagirkeran
Malbata Kalo bû qurbaniya hovîtiya dagirkeran
Malbata Kalo bû qurbaniya hovîtiya dagirkeran
Malbata Kalo bû qurbaniya hovîtiya dagirkeran
17 mijdar, 2018   09:55

CAFER CAFO – XANDÎ ELO / ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di 20‘ê Çileyê de bi hemû çekên giran êrîşî sivîlên kantona Efrînê kir. Di encamê de bi sedan sivîl şehîd bûn û bi hezaran jî birîndar bûn.

Mîna gelek malbatên Efrînê ku rastî êrîşên hêzên dagirker hatin, zarokê bi navê Ebdo Kalo û dayika wî birîndar bûn û birayê wî Ehmed ê 17 salî jî şehîd bû.

Di êrîşeke hewayî ya artêşa Tirk a dagirker li ser taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê de di 14‘ê Adarê de malbata Kalo dema ku hewl dide ji mal derkeve û xwe bispêre cihekî ewle, dibe hedef. Her sê ferdên malbatê demeke kurt di bin enqazan de dimînin. Paşê şênî wan radikin nexweşxaneyên bajarê Helebê. Di encamê de parçeyek ji lingê rastê yê Ebdo tê jêkirin. Dayika wî jî li bajarê Efrînê hate tedawîkirin.

Di encamê de zarokê bi navê Ebdo Kalo ji lingê xwe yê rastê birîndar dibe û bi demê de re parçeyek ji lingî wê tê jêkirin. Her wiha dayika Ebdo jî ji ser û eniya xwe birîndar dibe û birayê wî Ehmed ê 17 salî şehîd dibe. Di heman demê de mal bi temamî hate hilweşandin.

Ebdo Kalo serpêhatiya xwe ji ajansa me re wiha parve dike: "Em di mal de bûn. Dengê balafiran dihat ku herêmek pir nêzî me bomebebaran dikir. Em derketin da ku balafiran bibînin, dema li ser taxê digeriyan. Dema me xwest biçin binzemînê ji bo ku xwe ji balafiran biparêzin, balafiran mala me bomebaran kir û hemû kavil kir. Em di bin enqazan de man û ji ser hişê xwe çûm.”

Bavê Ebdo, Mihemed Kalo jî wiha parve dike: "Dema balafiran bombe barandin, ez ne li mal bûm. Wexta ez vegeriyam, min dît hemû mal hilweşiyaye. Min û şêniyan lez kir da ku malbata xwe xilas bikim, kurê min Ehmed şehîd bûbû û Ebdo û hevjîna min birîndar bûbûn. Me bi lez ew rakirin nexweşxaneyê."

Malbata Kalo niha li gundê Til Qerah ê navçeya Ehdas ê Şehbayê dimîne.

ANHA