Kongreya "Krîza şaristaniyê û rêya ber bi modernîteya demokratîk ve li Rojhilata Navîn" destpê dike

Kongreya "Krîza şaristaniyê û rêya ber bi modernîteya demokratîk ve li Rojhilata Navîn " li paytexta Lubnan Beyrûtê dest pê dike.

Kongreya "Krîza şaristaniyê û rêya ber bi modernîteya demokratîk ve li Rojhilata Navîn" destpê dike
17 mijdar, 2018   05:20

BEYRÛT

Kongrê bi mijara gotûbêjkirina krîza li Rojhilata Navîn, rêbazên çareserkirinê û li gel wê girîngiya projeya  Netewa Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî modêla çareseriyê pêşniyar kiriye, dê îro li paytexta Lûbnan Beyrût’ê were lidarxistin.

Kongrê bi sponsoriya Weqfa Newroz a Çanda Civakî, Navenda Mazir a Lêkolînan, Encumena Niştimanî ya Ermeniyên Rojavayî, Kongreya Federalî a Dayîm û Partiya Yekitiya Suryan wê were li darxistin wê du rojan berdewan bike.

Şandeyên ji welatên cuda yên Rojhilata Navîn û Kurdistan û Ewrûpa dê beşdarî kongrê bibin. Kongrê di saet 90:00 li gorî dema herêmî ya Lubnanê dest pê dike.

Têkildarî  bernameya kongreyê Komîteya Amadekar a Kongrê ji ajansa me ANHA‘yê re got, Kongrê dê bi navnîşana  "Krîza medeniyetê û rêya ber bi modernîteya demokratîk li Rojhilata Navîn ve" hatiya organîzekirin. Di kongrê dê di mijarên cûda de semîner bên dayîn û nîqaş bên kirin. Kongrêya ku wê 2 rojan dewam bike de 6 rûniştin ji bo xwendinê û şîrovekirina semîneran wê werin lidarxistin. Di her rojê de dê 3 rûniştin pêk werin. Di her rûniştinekê de jî dê semînerên têkildarî krîza Rojhilata Navîn û rêbazên çareseriyê werin dayîn. Dema her rûniştinekê 2 saet in. Mijarên ku di kongrê de werin nîqaşkirin jî ev:

Rûniştina yekemîn: Bi navnîşana "Xwendinek li ser dîroka krîza şaristaniyê li Rojhilata Navîn" dê semînerek were dayîn. Di semînerê de du mijar bên destgirtin. Mijara yekem: stasyonên sereke di kirîzên li Rojhilata Navîn de û çawa pergalên medeniyetê bû sedema kûrbûna van krîzan. Ya duyemîn jî: Em çawa serweriya modernîteya kapîtalîst di pergala medeniyeta navendî de bibînin û rola ku vê pergalê di 5 sedsalên dawî de bi taybetî jî di herdu sedsalên dawî de li herêmên me çiye bibînin.

Rûniştina duyemîn: Bi navê "Berxwedana dîrokî li Rojhilata Navîn û hewldanên lêgerîna çareseriyê" dê semîner were dayîn. Ev mijar jî ji du şaxan pêk tê. Ya yekemîn: Berxwedana bawerî û tebeqayên li dijî pergalên serdema navîn li Rojhilata Navîn. Ya duyemîn: Rola Lubnan a dîrokî li herêmê de çiye û çawa dê krîza Lubnanê were çareserkirin da ku roleke bi bandor di çareserkirina dozên herêmê de pêk bîne.

Rûniştina Sêyemîn: Rola Tirkiyê ya di kurkirina aloziya herêmê de ye. Ev mijar ji du beşan pêk tê. Ya yekemîn: Rola Neo-Osmanî di stratejiya Tirkiyê de ya desthilatdariya li herêma Rojhilata Navîn. Ya duyemîn: Çawa faşîzmaya Kesk û ya Spî li Tirkiyê tev li hev bûye û bandora wê yekê li ser gelan û çareserî çi ye?

Piştî hersê rûniştinan runiştinên roja yekem a kongreê bi şahiyekê bi dawî dibe.

Xebatên kongrê dê di roja duyemîn de dewam bike. Di roja duyemîn de 3 rûniştinên nû dê werin lidarxistin.

Rûniştina Çaremîn: Semînerek bi sernavê "Cihê desthilatdariyên herêmê di krîza Rojhilata Navîn ya heyî de"dê were dayîn. Ev mijar ji du beşan pêk tê. Yek: Cihê desthilatdariya Îranê di kirîzên heyî ya Rojhilata Navîn û çareserî. Duyemîn: Rola desthilatdariyên Ereban di pêşwazîkirina destwerdanên derve (mîna li Sûriyê û Îraqê) û çareserî çi ye?.

Rûniştina Pêncemîn: Bi sernavê "Rêzkirina xeta dirust ji bo xilasbûna ji krîza li Rojhilata Navîn" mijar ji 3 beşan pêk tê. Yek: Xwendineke li ser sosyolojiya azadiya wekî giyanê modernîteya kapîtalîzmê. Duyemîn: Modêla Netewa Demokratîk wekî alternatîfa bingehîn ji modêla netew dewlet û çawa dê diyardeyên netew dewlet, desthilatdar û tundî werin derbaskirin. Sêyemîn: Şoreşa jin şertekî bingehîn ji bo serkeftina şoreşa Rojhilata Navîn a serdemî.

Rûniştina Şeşemîn: Sernavê wê "Têkildarî Rojhilata Navîn perspektîvên pêşerojê" ye. Ev mijar ji du beşan pêk tê. Yekem: Konfederaliya Netewên Demokratîk li Rojhilata Navîn. Duyemîn: Projeya "Sûriyeya Demokratîk" wekî alternatîfa "Serdema Rojhilata Navîn a Demokratîk"were destgirtin.

Kongrê dê bi xwendina encanameyê bi dawî bibe.

ANHA