ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17 .11.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17 .11.2018
17 mijdar, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Bi mijara êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakurê Sûriyê û piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk li navçeya Serêkaniyê û Qamişlo hevdîtina şêx û rûsiyan tê lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û her 10 dest û komîteyên girêdayî wê bi armanca koordînekirinê civînekê li navçeya Eyn Îsayê lidar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Îro Kongreya "Krîza şarestanî û rêya ber bi modernîteya demokratîk ve li Rojhilata Navîn " li paytexta Lubnan Beyrûtê dest pê dike. Kongrê bi mijara gotûbêjkirina krîza li Rojhilata Navîn, rêbazên çareserkirinê û li gel wê girîngiya projeya  Netewa Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî modêla çareseriyê pêşniyar kiriye dê were lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ebdulkerîm Umer hejmara çeteyên biyanî yên girtî li gel QSD‘ê eşkere kir û diyar kir ku wan gelek hevdîtin pêk anîn da ku wan çeteyan  radestî welatên wan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hin welatiyên navçeya Dirbêsiyê gotin, dagirkeriya Tirkiyê bi êrîşên xwe yên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê dixwaze aramiya herêmê têk bibe û tekez kirin ku ew ê li hemberî dagirkeriyê bisekinin û nehêlin ku pilanên wan bi serkevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rojnamevan Leyla Ebdî û Delal Hewarî bang li rêxistinên navdewletî yên têkildarî mafê rojnamevanan kirin ku bila sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk re yên li dijî rojnamevanan deyinin. Rojnamevanan diyar kirin ku Tirkiyê bi hedefgirtina rojnamevanan dixwaze binpêkirinên xwe yên veşêre. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kesayeta Oldar Ebdulhemîd Remedan got, Ocalan ne tenê rêberekî Kurdî ye, di heman demê de rêberekî netewî û cîhanî ye, ku dikarî di girtîgehê de cîhanê bi fikrê xwe tijî bike. Remedan got: "Em dibînin ku civakî bi hemû beşên xwe xwedî li fikrê Ocalan derketine û daxwaza rakirina tecrîdê û azadiya wî dikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hejmarek şêx û rûspiyên herêma Tebqayê piştgirî dane helwestên niştimanî yên Hêzên Sûriyaya Demokratîk û Meclisa Sûriyeya Demokratîk. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarên rojavayê Kurdistanê diyar kir ku berxwedana li Kobanê dest pê kir, bi projeya Sûriyeya demokratîk, xeyalên Erdogan ên Împratoriya Osmanî şikandin û ev êrîş li dijî projeya Sûriyeya demokratîk in, her wiha divê gelên Bakurê Sûriyeyê li hember hewldanên Tirkiyeyê yên dagirkeriyê hişyar bin.   (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

-Herêma Girê Spî  bi mûzayîka xwe ya pirreng û modêla jiyana hevbeş  tê naskirin. Pêkhateyên Girê Spî tekez kirin ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li dijî herêmê hewl dide tevliheviyê di navbera pêkhateyan de derbixîne.

JIN

- Kongreya Star a bajarê Hesekê bi wesîleya 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Ser Jinan semînerekê li navenda Xabûr a Çand û Hunerê organînze dike, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

INFOGRAFÎ

-Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê hefteyê de gelek bûyer rû dan, jê operasyonên leşkerî yên Berxwedana Serdemê, çalakiyên jinan ên têkildarî 25‘ê Mijdarê û berdewana "Şerê Tinekirina Terorê" ji aliyê QSD‘ê ve. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a bajarê Hesekê bi merasîmekê li navendê  Komîna Şems a Dîlanan ava dike, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê bi boneya vekirina dibistana pîşesazî ya navîn li bajarê Qamişlo mîhrecaneke hunerî li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Di êrîşeke hawayî ya balafirên dewleta Tirk a dagirker li ser taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê de di 14‘ê Adarê de birayê wî şehîd bû û ew birîndar dibe . (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA