Li deverên nêzî "Herêmên bêçek" komên çekdar êrîşî hêzên rêjîmê kirin

Mala Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku komên çekdar yên li Idlibê êrîşî bargehên hêzên rêjîmê yên nêzî "Herêma bêçek" kirin, di encamê de 9 endamên rêjîmê kuştin.

Li deverên nêzî "Herêmên bêçek" komên çekdar êrîşî hêzên rêjîmê kirin
16 mijdar, 2018   14:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Midûrê Mala Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ramî Abdulrahman ji AFP'ê re got,"Komên cîhadîst di nav de rêxistina Hûras El-Dîn êrîş birin ser bargehên hêzên rêjîmê yên li gundewarên bakurê rojava li nêzî deverên ku nakeve herêmên bêçek ku di encama peymana Rûsiya – Tirkiyê de hatiye diyarkirin."

Ramî Ebdulrehman diyar kir ku piştî êrîş şer di navbera herdu aliyan de derket, di encam de 9 endamên hêzên rêjîmê û çekdarên hevalbendên wê, her wiha 5 çekdarên komên çete hatin kuştin, di serî de teroxîstin Hûras El-Dîn a girêyî rêxistina El-Qaîde hatin kuşti.

Tirkiye û Rûsyayê roja 17'ê Îlonê li hev kirin ku li Idlibê herêmeke bêçek bi firehiya 15-20 kîlometreyan bê avakirin.

Herêma bêçek dikeve navbera herêmên di bin kontrola hêzên rejîmê de û herêmên di destê çeteyan de ne, beşek ji beşek ji parêzgeha Idlibê, hin dever li gundewarên rojavayê Helebê, gundewarên bakurê Hemayê û gundewarê bakur û rojhilatê Laziqiya.

Tevî peymanê jî car caran şer û topbaran ji herdu aliyan ve rû dide.