Akademiya HPC`ê dewreya xwe ya 3`yemîn bi dawî kir

Akademiya Hêzên Parastina Civakî ya herêma Cizîrê dewreya xwe ya 3`yemîn bi tevlêbûna 38 endamên ji herêmên cuda, bi dawî kir.

Akademiya HPC`ê dewreya xwe ya 3`yemîn bi dawî kir
Akademiya HPC`ê dewreya xwe ya 3`yemîn bi dawî kir
Akademiya HPC`ê dewreya xwe ya 3`yemîn bi dawî kir
16 mijdar, 2018   13:47

HESEKÊ

Akademiya Hêzên Parastina Civakî (HPC) li herêma Cizîrê perwerdekirina hêzên xwe dewam dike. HPC’ê Îro dewreya xwe ya 3`yemîn bi navê Dewreya Şehîd Fehed bi dawî kir.

Di merasîma bidawîkirina dewreyê de hevserokê kantona Hesekê Ebdilxenî Oso û endamê rêveberiya HPC`ê Şîrmat Hesekê axivîn û diyar kirin ku perwerde girîng e û rola sereke di pêşketina endaman de ya perwerdeyê ye.

Dewreyê 17 rojan dewam kir, tê de waneyên bîrdozî li ser girîngiya perwerdeyê, têgeh, azadiya jinan û şoreşa Rojava û neteweya demokratîk hatin dîtin.

Dewre bi gerandina govendê bi dawî bû.

Endamê Hêzên Parastina Civakî şehîd Fehed ku dewre li ser navê wî pêk hat, di 2016`an de dema ku bi erka xwe ya leşkerî radibû, şehîd bû.

(jo)

ANHA