Endamê YCR’ê hate oxirkirin

Pêkhateyên Serêkaniyê şehîdê endamê YCR’ê Feyiz Mihemed Etiya bi merasîmekê oxir kir.

Endamê YCR’ê hate oxirkirin
Endamê YCR’ê hate oxirkirin
Endamê YCR’ê hate oxirkirin
Endamê YCR’ê hate oxirkirin
Endamê YCR’ê hate oxirkirin
Endamê YCR’ê hate oxirkirin
Endamê YCR’ê hate oxirkirin
16 mijdar, 2018   11:14

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Serêkaniyê cenazeyê endamê YCR’ê Feyiz Mihemed Etiya ku li ser karê xwe li bajarê Qemişlo şehîd bûbû, bi merasîmekê li Pakrewangeha Serêkaniyê veşart.

Li pakrewangehê merasîma oxirkirinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Simayîl Ferhan anî ziman ku kombûna gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe, nameyek ji bo Erdogan û çeteyên wî ye.

Ji fermandarên QSD’ê Cesûr Amûdê jî di merasîmê de axivî û wiha got: “Herêm di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibe, pêwîstî bi yekitiya xwe li hember faşîzma dagirkeriyê heye.”

Cesûr Amûdê di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakurê Sûriyeyê û diyar kir dagirkeriya Tirkiyeyê bi van êrîşên xwe yên li dijî sivîlan hewl dide projeya Neteweya Demokratîk têk bibe û herêman ji niştecihên wan ên resen vala bikin. 

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Elî Ferhan ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Girseyê cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan de spart axê.

ANHA