`Rêxistinên navdewletî û mirovî li hember şîdeta li ser jinan bê deng in`

Mûna Ebdilselam destnîşan kir ku pergalên kapîtalîst bi taybet jinan dikin armanca xwe, ji ber ku dizanin dê jin pergala baviksalar a serdest têk bibin.   

`Rêxistinên navdewletî û mirovî li hember şîdeta li ser jinan bê deng in`
16 mijdar, 2018   11:42

SILAVA EBDILREHMAN – MURADA KENDA / QAMIŞLO

Li her dera cîhanê hîna şîdet li jinan tê kirin. Rêjîma Îranê rojane jinan binçav dike û dixe zindanan. Herî dawî jî rêjîma Îranê jina Kurd Şerara Îlyas darve kir. Li aliyekî din jî dagirkeriya Tirk şîdetê li dijî jinan bi rêya girtin, revandin û destdirêjiyê pêk tine. Çeteyên dewleta Tirk keça ciwan Lava Yûsif di destpêka meha Mijdarê de li Efrînê revand û hê jî têkildarî wê tu agahî nehatine bidestxistin.

Der barê mijarê de, ajansa me bi endama rêveberiya Rêxistina Sara ya tekoşîna li dijî şîdeta li ser jinan Mûna Ebdilselam re hevpeyvînek pêk anî. Mûna diyar kir ku darvekirin tiştekî dermirovî ye û sedem çi be ew ne qanûnî ye û wiha got: "Di hemû zagonan de darvekirin tiştekî xirab e û nayê qebûlkirin."

Dixwazin îradeya jinên azad bişikînin

Mûna da xuyakirin ku ev kiryarên ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyeyê û rêjîma Îranê ve tên kirin, dixwazin bi wê îradeya jinên azad bişikînin, ji ber ku dizanin bi azadiya jinan civak azad dibe. Mûna wiha got: "Hemû kiryarên ku der heqê jinan de tên kirin, dixwazin civakê bişikînin, ji ber ku dibînin ku bi azadiya jinan gef li rêjîma baviksalar û pergala wan a kapîtalîst tên xwarin."  

Li ser bêdengiya navdewletî jî Mûna wiha axivî: "Şîdet û bi taybet kuştin, li ser jinan zêde dibe, lê em dibînin ku rêxistinên mirovî û yên mafan paşguh dikin. Ji bo wê divê rêxistinên mirovî û yên mafan li hemberî van kiryarên bê exlaqî rabin û sucdaran ceza bikin."

Divê jin xetekê ji şîdetê re deynin

Di dawiya axaftina xwe de endama rêveberiya Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan Mûna Ebdilselam wiha got: "Divê jin xetekê ji şîdetê re bibînin û bi hev re li hember pergalên desthilatdar ku azadiya wan binpê dikin, bisekinin."

(jo)

ANHA