'Tu tişt li pêşiya berxwedana me ya vegera li Efrînê nabe asteng'

Şêniyên Efrînê destnîşan dikin ku dê tu tişt li hember berxwedana wan ji bo vegera li Efrînê nebe asteng.

'Tu tişt li pêşiya berxwedana me ya vegera li Efrînê nabe asteng'
16 mijdar, 2018   10:07

ARIF SILMAN - CAFER CAFO / ŞEHBA

Şêniyên Efrînê piştî êrîşên dagirkriya Tirk û dagirkirina wê di 18'ê Adarê de neçar man ji Efrînê derkevin û berê xwe dan kantona Şehbayê. Şênî li nav kamp û malên wêrankirî dimînin.

Nameyên berxwedanê yên ku gelê Efrînê xuya dikin, ciyawaz in. Lê navaroka wan yek in. Hemû jî vegera li Efrînê tekez dikin. Hinek ji wan navên dikanên xwe bi 'Racîn ya Efrînê' ango bi zimanê Erebî ‘Efrîn em ê vegerin’ bi nav dikin û hinek din jî darên zeytûnan li ber konên xwe diçînin.

Şêniyê bi navê Mistefa Mistefa ji şêniyên navçeya Şiyê ye û li gundê Til Qirah ê Şehbayê dimîne. Mistefa têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: "Li hember êrîş û balafirên dagirkeriya Tirk me 58 rojan li ber xwe da û hîna jî li ber xwe didin. Li eniyên şer em li rex şervanên xwe yên YPG û PYJ'ê sekinîn. Balafirên artêşa Tirk der heqê sivîlan de komkujî pêk anîn, ji ber wê şênî neçar man ji Efrînê derkevin."

Mistefa wiha domand: "Em niha li Şehbayê tevî astengiyên zivistanê di navbera wêranbûn û mayinên çeteyên DAIŞ'ê de ku li herêmê çandibûn, li ber xwe didin. Vîna me xurtir e. Em gelekî berxwedêr in. Tu tiştek nikare li hember berxwedana me ji bo vegera Efrînê bibe asteng. "

Ji aliyê xwe ve Qaziqlî Cemîl ê ji gundê Dêr Balotê ya navçeya Cindirêsê ku li gundê Til Qirah bi cih bûye, tekez kir ku bi vîn û berxwedana xwe li dijî dagirkeriya Tirk disekinin û ji hemû cîhanê re berxwedana xwe îsbat kirine.

Têkildarî heman mijarê jina bi navê Fatme Cemîl ku li Kampa Serdem bi cih bûye, got ew ê li Şehbayê berxwedana xwe bidomînin mîna ku li Efrînê li hember dagirkeriyê li rex şervanên YPG û YPJ'ê li ber xwe dane.

(şx)

ANHA