‘Edaleta jinan bingeha avakirina civakeke azad û demokratîk e’

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed diyar kir ku konferansa 2’yemîn a Meclisa Edaleta Jinê dê bi biryarên girîng ên têkildarî hemû civakê bi encam bibe da ku civakeke azad û demokratîk li ser rêgezên neteweya demokratîk were avakirin.

‘Edaleta jinan bingeha avakirina civakeke azad û demokratîk e’
16 mijdar, 2018   10:37

QAMIŞLO

Îro serê sibê 2’yemîn konferansa Meclisa Edaleta Jinê bi dirûşmeya “Jin afirînera edaletê ye, bilindkirin û mîsogerkirina wê erka jinan e” bi beşdarbûna 350 delegeyan ji hemû herêmên Cizîrê dest pê kir. Konferans li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan tê lidarxistin.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokatîk (MSD) Îlham Ehmed di konferansê de axivî û destpêkê lidarxistina konferansê pîroz kir. Îlham Ehmed da zanîn ku piştî ked û têkoşîneke gelekî mezin, jinan xwe bi rêxistin kir û xwe bi xwe, xwe bi rê ve bir û edaleta civakê pêk anî.

Îlham Ehmed tekez kir ku divê kesên ku beşdarî konferansê bûne, rengê edaletê û çanda civakê raber bikin û wiha dewam kir: “Lidarxistina konferansê di demeke wisa de, roleke xwe ya girîng heye. Ji ber ku danîna destûreke nû ji bo ji welat di rojevê de ye. Lê mixabin heta niha nûnertiya jinan di komîteya destûr û danûstandinan de tune ye. Her wiha qanûnên ku ji aliyê rejîmê û muxalefetê ve werin danîn jî ne wekhevî ye, ev yek jî dê jinan bixe nava xetereyekê. Di heman demê de, her sîstemek dixwaze çand û sîstema xwe ya desthilatdar li ser jinan ferz bike, lê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstemeke cuda ji bo jinan tê avakirin.”

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê anî ziman ku divê ev konferans rewşa jinan li Efrînê ku rastî îşkence û zordariya çeteyên Tirkiyeyê tên, her wiha rewşa hemû jinên li tevahiya herêmên Sûriyeyê yên di bin kontrola rejîmê de, nîqaş bike.

Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Lidarxistina konferansê gaveke girîng e ji bo ku jin serxwebûna xwe der barê edaletê de bi dest bixin. Em di wê baweriyê de ne ku ev konferans dê bi biryarên girîng ên têkildarî hemû civakê bi encam bibe, da ku civakeke azad û demokratîk li ser rêgezên neteweya demokratîk bi dawî bibe.”

(kc)

ANHA