Zaroka 9 salî, zarokên kampê fêrî zimanê kurdî dike

Zaroka 9 salî Mewlûde her sibeh diçe dibistanê, tiştên ku di dibistanê de fêr dibe, êvaran hînî xwişk û birayên xwe û zarokên din dike.

Zaroka 9 salî, zarokên kampê fêrî zimanê kurdî dike
Zaroka 9 salî, zarokên kampê fêrî zimanê kurdî dike
Zaroka 9 salî, zarokên kampê fêrî zimanê kurdî dike
Zaroka 9 salî, zarokên kampê fêrî zimanê kurdî dike
Zaroka 9 salî, zarokên kampê fêrî zimanê kurdî dike
Zaroka 9 salî, zarokên kampê fêrî zimanê kurdî dike
16 mijdar, 2018   09:30

CEFER CEFO – XANDÎ ELO / ŞEHBA

Zaroka bi navê Mewlûde Elîko (9) yek ji zarokên Efrînê ye û di refa (pol) sêyemîn a seretayî de li Kampa Serdem dixwîne. Mewlûde her sibeh diçe dibistanê da ku xwendina xwe dewam bike.

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî kantona Efrînê kir û bi dehan dibistan rûxandin, armanc dikir çand û zimanê kurdî qir bike lê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bi derfetên kêm dibistanên herêmên Şehbayê li pêşiya 13 hezar xwendekaran vekirin. Lê tiştê balkêş ew e ku xwendekar ji xwendina xwe ya zimanê kurdî qut nebûn û li pêşiya dagirkeriyê derketin.

Mewlûde ji bo ku parastina zimanê kurdî bike, piştî ku ji dibistanê vedigere malê, xwişk û birayên xwe fêrî zimanê kurdî û rêzimana wê dike.

Mewlûde dema xwendina xwe û perwerdekirina zarokan ji hev veqetandine, gelek zarokên kampê diçin gel wê û xwe fêrî tîpên kurdî, xwendin û nivîsandinê dikin.

Der barê mijarê de zaroka bi navê Mewlûde Elîko li ser armanca perwerdekirina zimanê kurdî wiha destnîşan dike: "Her sibeh ez berê xwe didim dibistana kampê, piştî ku ez vedigerim malê, xwişk û birayên xwe û hin zarokên cîranê me fêrî nivîsandin û xwendina zimanê kurdî dikim. Her wiha dersên rêzimanê ku li dibistanê distînim jî, fêrî wan dikim. Ez dixwazim zimanê me yê dayikê winda nebe."

(jo)

ANHA