ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16 .11.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16 .11.2018
16 mijdar, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Yekemîn Koferansa Dada Civakî ya Jinan li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran dest pê dike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji bo şervanê YPG‘ê Fedekar Heleb konê sersaxiyê li beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûd tê vegirtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Têkoşerê YPG’ê Harûn ku xwedî vîneke xurt, rihekî fedakar û berpirsyariyeke mezin bû, piştî wefata bavê xwe berpirsyariya xwedîkirina malbatê radike û ji bo ku rûmeta gelê xwe biparêze, cihê xwe di nava refên YPG’ê de digire. Di 28‘ê Gulana 2013‘an de di berxwedana li dijî çeteyan de bi lehengî şer dike digihîje şehadetê. (BI WÊNE).

-Rûspiyên bajarê Reqayê nerazîbûn nîşanî êrîşên êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakurê Sûriyê dan û soza şopandina rêya şehîdan dan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tîma Destwerdanên Dstpêkê ji cîhazên herî girîng ên li bajarê Reqayê ye ku ji bo parastinê û alîkardayîna bi kesên di xeteriyan de dixebite. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rohan Mistefa got, beriya ku DYA'yê biryar bigire divê binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî kêmnetewan bibîne û bi bîr xisit ku elewiyên ku ji komkujiyên Osmaniyan ber bi Efrînê ve reviyane dîsa ji binpêkirinên Tirkiyê nefilitîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Efrînê gotin ku ti tişt wê nikaribe li pêşiya berxwedana wan a vegera li Efrînê bisekine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê şevbêrkeke hunerî li hola Efrîn li dar dixe, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Li bajarê Kobanê bi wesîleya 25‘ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Ser jinan rêze civîn dê werin lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Jin a Cezrat di nava kêmî salekî de ji 600 pirsgirêkan 450 çareser kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Îlham Umer destnîşan kir ku kongreyên bi mijara çareserkirina aloziya Sûriyê ku nûnerên rasteqîn ên gelê Sûriyê tê de neyên beşdarkirin armanca xwe piştgiriya berjewendiyên derve ne. Cîhan Mihemed jî anî ziman ku ejnîdeyên derve di serî de dewleta Tirk hewl dide tevliheviyê di navbera pêkhateyan de derbixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Fermandarê YPG‘ê Îbrahîm Hemza anî ziman ku serokên dewletên cîhanî xelasbûna bi mîlyonan mirovên sivîl ji bo xizmeta pergalên xwe di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de pîroz kirin û destnîşan kir ku pilanên bi vê rengî li Sûriyê û Iraqê didomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Her sibeh diçe dibistanê, tiştê ku fêr dibe xuşk û birayên xwe û zarokên din fêr dike.

- Çeteyên DAIŞ‘ê dema ku bajarê Reqayê dagir kiribûn bi hinceta ku "Sûka înê" şêniyan ji bo nijêma înê mijûl dike sûk girtibûn. Piştî rizgarkirinê şêniyên bajarê Reqayê û gundewarê wê ji ber peydabûna hemû pêdiviyên jiyanê yên rojane û bi nirxên guncew berê xwe didin sûka Înê.

ANHA