Têkoşer Harûn… Heya şehadetê berpirsyariya şoreşê hilgirt

Têkoşerê YPG’ê Harûn ku xwedî vîneke xurt, rihekî fedakar û berpirsyariyeke mezin bû, piştî wefata bavê xwe berpirsyariya xwedîkirina malbatê radike û ji bo ku rûmeta gelê xwe biparêze, cihê xwe di nava refên YPG’ê de digire. Di 28‘ê Gulana 2013‘an de di berxwedana li dijî çeteyan de bi lehengî şer dike digihîje şehadetê.

Têkoşer Harûn… Heya şehadetê berpirsyariya şoreşê hilgirt
Têkoşer Harûn… Heya şehadetê berpirsyariya şoreşê hilgirt
Têkoşer Harûn… Heya şehadetê berpirsyariya şoreşê hilgirt
Têkoşer Harûn… Heya şehadetê berpirsyariya şoreşê hilgirt
Têkoşer Harûn… Heya şehadetê berpirsyariya şoreşê hilgirt
Têkoşer Harûn… Heya şehadetê berpirsyariya şoreşê hilgirt
Têkoşer Harûn… Heya şehadetê berpirsyariya şoreşê hilgirt
Têkoşer Harûn… Heya şehadetê berpirsyariya şoreşê hilgirt
Têkoşer Harûn… Heya şehadetê berpirsyariya şoreşê hilgirt
Têkoşer Harûn… Heya şehadetê berpirsyariya şoreşê hilgirt
16 mijdar, 2018   05:20

ŞÎNDA EKREM / NAVENDA NÛÇEYAN

Serpêhatiya têkoşer Siyamend Seyîd ango Harûn, di bîra hemû kesên ku ew nas kiriye de ye şopdarê xeta azadiyê lehengê ku bûye yek i sembola şoreşa Rojava.

Şervanê YPG’ê Siyamend Seyîd (Harûn) li gundê Til Kermê yê girêdayî navçeya Dirbêsiyê di sala 1992’yan de hatiye dinê. Di malbateke ku bi welatparêziya xwe dihate naskirin de mezin bûye. 4 xwişk û 6 biran e.

Têkoşer Harûn zarokatiya xwe li gund derbas dike. Ji ber wefata bavê xwe heya asta seretayî dixwîne, paşê dev ji dibistanê berdide da ku malbata xwe xwedî bike. Têkoşer Harûn li gel endezyarekî kehrebeyê di karê sererastkirina alavên kehrebeyê de dixebite. Xwe ji gelek tiştan mehrûm dike da ku malbata xwe xwedî bike.

Dayika têkoşer Harûn, Emîne der barê kurê xwe de wiha dibêje: "Min 3 keç anîn, piştre Siyamend. Min xwest navê wî bikim Emîn lê piştî me tevgera azadiyê ya Kurdistanê di salên 90‘î de nas kir, me navê kadroyekî tevgerê lê kir. Navê wî Siyamend bû."

Dayika Emîne dibêje ku keda Siyamend xwedîkirina malbatê ji bîr nake û diyar dike ku Siyamend her tim li ser rêya gund û bajar bû, nedisekinî ji bo ku malbatê xwedî bike, sibehan zû bi otobusê diçû bajêr û peya vedigeriya male, ji ber ku pir diwestiya, dema vedigeriya xwarin dixwar û xew dikir.

Birayê biçûk ê têkoşer Harûn Mihemed Seyîd jî wiha dibêje: "Rêwîtiya Siyamend a kar ne tenê li Rojava bû, di heman demê de li bakur û başûrê Kurdistanê jî xebitî, ji wir derbasî Qendîlê bû û şervan û fermandarên tevgera rizgariya Kurdistanê dîtin. 9 mehan li wir dimîne. Bi pêvajoya şoreşa Rojava re vedigere û cihê xwe di nava şoreşê de digire."

Bi rihê şoreşgerekî vedigere Rojava

Siyamend piştî ku 9 mehan li Qendîlê dimîne, ango bi destpêka şoreşa Rojava re bi rihê şoreşgerekî vedigere Rojava û di sala 2013‘an de tev li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dibe. Li vir gelek hevalan nas dike. Cihê xwe di navendên parastinê yên li ser sînorê bakur û rojavayê Kurdistanê de digire."

Dayika Emîne kêliya vegere kurê xwe Harûn ji Qendîlê bi bîr tîne û wiha parve dike: "Piştî çend mehan vegeriya malê. Kêliya min ew dît mîna ku cara yekem dibînim wekî ku nû hatiye dinê. Ez pê re rûniştim û hewl da ku nehêlim dûrî malê bikeve, lê nehişt ez tiştekî wiha bêjim. Digot dayê heger ez parastina te nekim dê kî parastina te bike, îro roja rûmetê ye, roja xilasbûna ji zilma rêjîma Baas e, mirin li ku derê be, dê were."

Dayika Emîne rojên têkoşîna kurê xwe bi bîr dixe û wiha tîne ziman: "Rojek ji rojan Siyamend bi lez hat malê û ji min xwest ku ez dua bikim, ji ber ku wê biçûya tev li şerê Kobanê bibûya. Min jê re got tê çima biçe Kobanê, li wir şer heye. Ji min re got were xwestin ez ê biçim her devera Kurdistanê û şerê dijmin bikim, got em azadiyê dixwazin û dema ez şehîd bikevim serbilind be."

Hevrêyê têkoşer Siyamend, Siûd jî li ser taybetmediyên wî wiha tîne ziman: "Dema êrîşên çeteyên Cehbet El-Nusra li ser bajarê Serêkaniyê zêde bûn, Siyamend israr kir ku biçe Serêkaniyê. Çi qas min pê re nîqaş kir ji bo neçe, ji ber ku yê mezin di malbatê de ye û ji tirsa dayika wî li ser wî bi axaftinên giran bi ser min de hat û got li ser malbata min netirse, wê tevger dayik û xwişk û birayên min ji bîr neke."

Siyamend, di dirêjahiya têkoşîna xwe de ji gelek ciwanan re bû hêza tevlêbûna nava refên şoreşê. Di heman demê de xwişka wî Rûken jî xeta wî şopand û beşdarî nava refên YPJ‘ê dibe.

Di 28‘ê Gulana 2013‘an de piştî êrîşîn çeteyên cebhet El-Nusra li ser gundê Rawiya yê Serêkaniyê ku ji aliyê çeteyan ve hatibû dagirkirin, Siyamend û hevalên xwe bi lehengî şer dikin û yek gav paşde neavêtin. Lê di encama îxanetekê de ketin çembera çeteyan û di encamê de şehîd dibe.

Dayika têkoşer Siyamend di wan kêliyan de li navçeya Amûdê ye û wiha qal dike: "Dema dengê erebeyên ambulansê hat, min hîs kir ku tiştekî xirab lê hatiye. Dema ez vegeriyam male, min bihîst ku şer qewimiye û şehîd û birîndarên YPG û YPJ‘ê hene. Saet 4‘ê esr bû, erebeyeke fermandaran hate mala me û agahiya şehadeta kurê min dan."

ANHA