Kongreya Star a li Şamê li hemberî tundiyê banga hevgirtinê kir

Kongreya Star  a taxa Zorava ya Şamê bang li hemû jinên cîhanê kir ku bi yekrêzî li hemberî her cure tuniya li ser jinan bisekinin.

Kongreya Star a li Şamê li hemberî tundiyê banga hevgirtinê kir
15 mijdar, 2018   20:54

ŞAM

Konreya Star a Taxa Zorava ya paytexa Sûriyê Şamê bi boneya 25‘ê Mijdarê daxuyanî da.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan jinan li ber avahiya Meclisa Jin hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Wekî Kongreya Star li Şamê em her cure tundiya li ser jinan şermezar dikin. Tundiya li ser jinan mafê mirovan binpê dike û encamên wê pir bi xeter in, ne tenê li ser jinan, di heman demê de bandoreke neyinî di aliyê aborî û civakî de li tevahî civakê dike."

Kongre di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû jinên cîhanê kir ku bi yek rêzî li hemberî her cure tuniya li ser jinan bisekinin.

ANHA