‘Ne ji êrîşên artêşa Tirk bûya niha çeteyên DAIŞ`ê tune bûbûn‘

Ji fermnadarên QSD`ê Omîd Gabar destnîşan kir ku heger ne ji êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser bajar û gundewarên Girê Spî û Kobanê bûya, niha QSD`ê çeteyên DAIŞ`ê di baregehên wan ên dawîn de tune kiribûn û hemleya xwe bi awayekî demkî nedisekinandin.

‘Ne ji êrîşên artêşa Tirk bûya niha çeteyên DAIŞ`ê tune bûbûn‘
‘Ne ji êrîşên artêşa Tirk bûya niha çeteyên DAIŞ`ê tune bûbûn‘
‘Ne ji êrîşên artêşa Tirk bûya niha çeteyên DAIŞ`ê tune bûbûn‘
‘Ne ji êrîşên artêşa Tirk bûya niha çeteyên DAIŞ`ê tune bûbûn‘
15 mijdar, 2018   11:42

TEBQA

Buroya Têkiliyên Giştî ya QSD`ê duh li bajarokê El-Mehmûdlî yê bakurê bajarê Tebqayê civînek ji gel re li dar xist.

Hevserokê Komîteya Parastinê û Erka Xweparastinê Mihemed Elî Xalid, hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Teysîr El-Efat, serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Tebqayê Mutena Abdullkerîm, her wiha hevserokê Meclisa Sivîl a Tebqayê û bi dehan şêniyên bajarokê El-Mehmûdlî û gundewarên wê tev li civînê bûn.

Di civînê de nîqaş li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser bajarok, gundewarên Girê Spî û Kobanê ku bû sedem hemleya Şerê Tunekirina Terorê li dijî çeteyên DAIŞ`ê di baregehên wan ên dawîn de bi awayekî demkî were rawestandin.

Piştî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Bakurê Sûriyeyê, ku di encama wê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da û zaroka bi navê Sara Mistefa şehîd bû, Şerê Tunekirina Terorê bi awayekî demkî hate sekinandin da ku parastina rewa were kirin û li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker bisekinin.

Ji fermandarên QSD`ê Omîd Gabar di civînê de got, siyaseta Tirkiyeyê û hewldanên wê yên dagirkirina Minbicê, gefên wê yên dagirkirina herêmên rojhilatê Firatê ji her kesî re diyar in, armancên wan ku mal û milkên sivîlan dagir bikin û çeteyên ku li gorî peymana di navbera rêjîm û Rûsyayê de çete ji herêmên cuda ji Sûriyeyê anîne û wan di malên sivîlan de mîna Efrîn, Cerablus û Babê bi cih bikin.

Der barê şêwazên dewleta Tirk a dagirker û rêjîma Baasê de ku dixwazin tevliheviyê di navbera gelên herêmê de çêkin, Omîd Gabar diyar kir ku divê gelê herêmê yekitiya xwe ava bike, li dijî gotegotan pir hişyar bin û destnîşan kir ku kuştina Şêx Beşîr El-Feysel El-Hiwêdî ku ji aliyê dijminên gel ve hate kirin, mînaka vê yekê ye. Omîd Gabar di dawiyê de tekez kir ku rêjîma Sûriyeyê û dewleta Tirk nikarin li dijî şervanên QSD`ê di aliyê leşkerî de şer bikin û got herêmên ku bi saya têkoşîna şehîdan hatine rizgarkirin, tu carî bazar li wan nayê kirin.

Her wiha seroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Tebqayê Mûtena Abdullkerîm diyar kir ku divê gelê herêmê li hember gotegotan şiyar be ku ji aliyê ejindeyên derve bi armanca tunekirina aramî û ewlehiya herêmê ya bi saya şervanên QSD`ê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate peydakirin, tevlihev bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev civîna 3`yemîn e ku li ser asta herêma Tebqayê tê lidarxistin.

(bx)

ANHA