Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser bi desteyên xwe re civiya

Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sêyemîn civîna xwe ya asayî bi desteyên xwe re lidar xist û pilansaziya xwe ya hefteyekê nîşan da.

Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser bi desteyên xwe re civiya
Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser bi desteyên xwe re civiya
Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser bi desteyên xwe re civiya
15 mijdar, 2018   11:33

GIRÊ SPÎ

Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sêyemîn civîna xwe ya asayî bi desteyên xwe re lidar xist û pirsgirêk û astengiyên rastî kar û xebatan tên gotûbêj kirin û pilansaziya xwe ya hefteyekê danî.

Di civîna ku li navenda desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya navçeya Eyn Îsa hatiye lidarxistin de hevserokên Meclîsê Ebid Hamid El-Muhbaş û Bêrîvan Xalid û hevserokê desteyan beşdar bûn.

Beşdaran pirsgirêk û astengiyên rastî kar û xebatan tên gotûbêj kirin. beşdaran lidarxistina civînên di navbera desteyan û komîteyên girêdayî wan de pêwîst dîtin da ku rewşa kar û xebatên komîteyan baş were nirxandin.

Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê heftane civînên xwe bi desteyan re lidar dixîne û kar û xebatên xwe ji bo xizmeta welatiyan didomîne.

ANHA