Belavokên ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan

Meclîsa Jin a Sûriyê li kantona Girê Spî bi armanca xurtkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan belavok belav kirin.

Belavokên ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan
Belavokên ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan
Belavokên ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan
Belavokên ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan
15 mijdar, 2018   11:49

GIRÊ SPÎ

Bi nêzîkbêna roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ku dikeve 25'ê Mijdarê, Meclîsa Jin a Sûriyê li kantona Girî Spî di çarçoveya çalakiyên roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan belavok belav kirin.

Girêdayî mijarê Endama Rêveber a Meclîsa Jin a Sûriyê Şemse Sîno got ku di van belavokan de rêbazekî pêşxistina hişmendiyê hatiye şîrovekirin.

Şemse got ku ew amadekariya pêşangeheke wêneyan dikin û belgefîlmekî der barê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ku dê di 25'ê mijdarê de were pêşandan amade dikin.

Meclîsê di vê mehê de 13 semîner girêdayî heman mijarê ji jinên kantonê re organîze kirin.

ANHA