Balafirên şer ên Tirk 3 sivîlên Başûr kuştin

Artêşa Tirk a dagirker duh bombe li herêma Metînayê ya Başûrê Kurdistanê barand. Ji ber bomberdûmana ku bi balafirên şer hate kirin 3 sivîl mirin.

Balafirên şer ên Tirk 3 sivîlên Başûr kuştin
15 mijdar, 2018   08:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, doh bombe li herêma Kanî Botkê ya qada Serê Metîna ya herêma Metînayê barandin.

Li gorî nûçeya ANF`ê, 3 sivîlên bi navê Ramazan, Dilovan û Îsmaîl ku di dema êrîşê de li derve bûn, jiyana xwe ji dest dan.

Malbatên her sê kesên ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin kuştin, ji bo rakirina cenazeyan çûn herêmê.

Wezareta Parastina Milî ya Tirk di adresa xwe ya twîtterê de ev daxuyanî da: "Li herêma Metîna ya li bakurê Iraqê, di operasyona hewayî ya 14'ê Mijdara 2018'an de çeper, stargeh û depoyên cebilxaneyan ên rêxistina terorê ya cihêxwaz hatin îmhakirin. Çar terorîstên cihêkar ên bi çek ku amadekariya êrîşa li ser baregehên me dikirin hatin bêbandorkirin." Bi vî rengî sivîlên ku kuşt weke gerîla nîşan da.