Komîna Avrîn a Sînemayê li kampên Şehbayê xebatên xwe didomîne 

Komîna Avrîn a Sînemayê xebatên xwe di warê sînemayê de li kampa Şehbayê didomîne. Gelek berhemên têkildarî Berxwedana Serdemê û hêviya şêniyan ji bo vegera Efrînê bi cih anîne.

Komîna Avrîn a Sînemayê li kampên Şehbayê xebatên xwe didomîne 
Komîna Avrîn a Sînemayê li kampên Şehbayê xebatên xwe didomîne 
Komîna Avrîn a Sînemayê li kampên Şehbayê xebatên xwe didomîne 
Komîna Avrîn a Sînemayê li kampên Şehbayê xebatên xwe didomîne 
Komîna Avrîn a Sînemayê li kampên Şehbayê xebatên xwe didomîne 
15 mijdar, 2018   08:20

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Komîna Avrîn a Sînemayê ya Kantona Efrînê bi armanca pêşxistina beşa sînemayê û amadekirina kadroyan û hilberandina berhemên sînemeyî hate damezirandin. Di destpêkê de ji 6 endaman pêk dihat. Di nav derfetên kêm de xebitîn. Bi destpêkirina êrîşên dewleta dagirker a Tirk li dijî Efrînê, kamerayên komînê bûyerên Berxwedana Serdemê belge kirin.

Gihaştina Şehbayê û jinûve birêxistinkirina komînê

Piştî ku hemû şêniyên Efrînê neçar man ji malên xwe derkevin û berê xwe bidin Şehbayê, xebatên Komîna Avrîn a Sînameyê di destpêkê de ji ber belavbûna endamên wê bê bandor bû. Lê di demeke kin de komînê xwe ji nû ve bi rêxistin kir û niha ji 8 endaman pêk tê.

Endamên komînê bi rêya komîteyên arşîv, ragihandin, teknîk, montaj û senaryoyê xebatên xwe dabeş kirine.

Endamên komînê heftane bi armanca pêşxistina şarezayên xwe di warê sînemayê de perwerdeyên xwe dibînin.

Di nav plansaziyê de 10 fîlm

Piştî ku komînê xwe ji nû ve birêxistin kir, bi awayekî aktîv dest bi hilberandina berhemên sînemayî kir. Komînê mijarên fîlman ji rastiya rewşa gelê Kurd bi awayekî giştî û berxwedana Efrînê bi awayekî taybet digire.

Ji berhemên ku komîn niha li ser dixebite; belgefîlmek girêdayî berxwedana Efrînê ya 58 rojan heye. Bûyerên fîlmê dê li kantona Şehbayê bi alîkariya şanogerên koma şanoyê werin kişandin. Her wiha li gorî plansaziya komînê dê rêzeberhemên sînemayî yên girêdayî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê ji şewitandina xwezayê, revandina şêniyan, berxwedana şêniyan li kampan û hêviya vegera wan ji Efrînê re bi cih bîne.

Têkildarî mijarê hevseroka Komîna Avrîn a Sînemayê Bêrîvan Dadix diyar kir ku armanca wan belgekirina rastiya Berxwedana Serdemê ye ku li Efrînê pêk hatiye û her wiha berdewamkirina vê berxwedanê di qonaxa duyem de li kantona Şehbayê ye.

Her wiha hevserokê komînê Mihdîn Arsalan destnîşan kir ku ji bo pêşxistina sînemaya kurdî û bicihanîna berhemên kurdî, xebatên xwe berfireh dikin.

(şx)

ANHA