Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Tirkiye hewl dide dagirkeriya xwe li Bakurê Sûriyê weke fektorekî aramiyê bide diyarkirin, li rewşa li ser erdê berûvajî wê ye û li seranserî herêmên di bin dagirkeriya wê de ne tevliheviya ewlehî serwer e. Mosko jî bi têkçûna hevpeymana wê ya bi Tirkiyê re der barê Idlibê de beriya ku gavên nû bavêje xwe radigire.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
15 mijdar, 2018   08:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa rewşa herêmên ku Tirkiyê li Sûriyê dagir kirine û têkûna pêkanîna hevpeymana di navbera Rûsya û Tirkiyê de kirin. Rojnameyan her wiha bal kişandin ser rewşa agirbesta li Xezayê û çalakiya avakirina hikûmeta Iraqê û girêdestên siyasî yên Iraqê. Her wiha behsa nakokiyên girêdayî avakirina hikêmeta Lubnanê û aloziya Yemenê û hewldana Tirkiyê ya sûdwergirtina ji kuştina Xaşiqçî û gelek mijarên din kirin.

El-Ereb: Li herêmên Sûriyê yên di bin kontrola Tirkiyê de ne tevlihevî serwer e

Der barê mijar û aloziya Sûriyê de rojnameya El-Ereb behsa rewşa herêmên Sûriyê yên di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne kir û diyar kir ku li van herêman tevlihevî serwer e û êdî welatiyên van herêman ji vê rewşê gelekî tengezar bûne.

Tirkiye hewl dide dagirkeriya xwe li Bakurê Sûriyê weke fektorekî aramiyê bide diyarkirin, lê rewşa li ser erdê berûvajî vê yekê ye û tevlihevî li van herêman zêde bûye û tabûrên çekdar li van herêman di nava şerê desthilatdarî û serweriyê de ne.

Heman mijar li herêma Efrînê jî ku piraniya mezin a welatiyên wê Kurd in derbasdar e. welatiyên Efrînê yên ku koçberî qebûl nekirin rojane rastî destdirêjî û revandinê tên.

Çavdêr diyar dikin ku di encama vê tevliheviyê de dibe ku welatî li dijî hebûna Enqereyê serî hildin.

El-Heyat: Tevgerên Îranî pêşbirkiya serweriya Tirkiyê li Bakurê Helebê dike

Rojnameya El-Heyat diyar kir ku Tehran ji sorbûna di navbera kurdan û Enqereyê de sûd werdigire û serweriya xwe li Bakurê Sûriyê zêde dike. Her wiha li gorî agahiyan Îran li gundewarê bakurê Helebê tevgera xwe zêde kiriye û ev tevger beriya hevdîtina Pûtîn û Erdogan li Stenbolê pêk tê ku tê payîn roja duşema were li hev bicivin. Her wiha beriya ku Stîfan de Mistûra ji paya xwe derkeve û di dema amadekariyên lutkeya dewletên misogerkar ên Astana ku di dawiya vê mehê de li Rûsyayê tê lidarxistin, pêk tê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên Îranî li rex hêzên artêşa Sûriyê li eniyên pêşîn ên bajaroka Til Rifeet li hemberî tabûrên opozîsyonê ku piştgiriya xwe ji Enqereyê werdigirin bi cih bûne. Aliyên opozîsyonê ev yek ji amadekariya çalakiyeke leşkerî bêtir peyameke ji Enqereyê re ye."

Şerq El-Ewsat: Peywendiyên ji bo "sererastkirina katijmêrên misogerkaran" li Astana

Rojnameya Şerq El-Ewsat girêdayî heman mijarê ragihand ku Mosko peywendiyên navnetewî pêk tîne beriya ku gavên xwe yên nû der barê dosya Sûriyê de diyar bike, nemaze piştî ku pêkanîna hevpeymana devera bêçek li Idlibê astengbû. Ev hevpeymana ku Rûsya û Tirkiyê beriya du mehan îmzekirine, tevî ku muhleta wî jî bi dawî bûye hêjî di cihê xwe de maye.

Ji ber vê yekê diyar e toreya hevdîtinên pêş li Astana di dawiya vê mehê de dê "katijmêr bêne sereratkirin" li gorî ku dîplomasiyekî Rûsî gotiye: "Ya girîng diyardeyên hevbeş a tevgera pêş ji ber sorkirinên berdewam li Idlibê, tunebûna asoyên çalakiya lihevkirineke siyasî, tevgerên Waşintonê û çalakbûna wê di Sûriyê de,  bêne diyarkirin".

Iraq

Girêdayî çalakiya siyasî ya avakirina hikûmeta Iraqê rojnameya El-Ereb behsa astengiyên li pêşiya avakirina hikûmetê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Adil Ebid El-Muhdî ji ber nerazîbûna xwe ji bazara firotina wezaratan gefa xweistîfakirinê dixwe."

Rojnameya El-Heyat jî behsa heman mijarê kir û got ku çavkaniyekî parlemanê diyar kirk u desteya serokatiyê dê komîteyekê ava bike da ku lêpirsîn û lêkolîna têkbirina bilyonan dînarên Iraqê ji ber barîna baranê bike û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Lehiyên baranê bi bilyonan dinar binavkirin."

Yemen

Der barê mijar û aloziya Yemenê de rojnameya El-Ereb behsa çalaiya siyasî ya peydakirina çareseriyekê ji aloziya Yemenê re kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Mayînên Hosiyan li El-Hudeyda çalakiya aştiyê asteng dike".

Lubnan

Girêdayî mijarên Lubnanê û çalakiya siyasî ya avakirina hikûmetê rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Lihevhatina Cehceh û Firenciyê rûpela aloziya dîrokî ya 40 salî tewand".

Filistîn

Der barê rewşa Filistînê û agirbesta di navbera Tevgera Hemas û Îsraîlê li herêma Xezayê rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku di encama agirbesta li herêma Xezayê hişt ku Wezîr Parastinê yê Îsraîlê Avîgdor Lieberman xwe ji hikûmetê istîfa bike û got ku sedema istîfaya wî "xweradestkirina ji terorê re ye" û manşêta xwe wiha bi nav kir: "Agirbesta Xezayê hikûmeta Natanyaho hejand."

Rojnameya El-Heyat jî behsa heman mijarê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Îsraîl û Hemas vegeriyan lihevkirinên aramiyê."

Tirkiye

Girêdayî mijara kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqçî rojnameya El-Ereb diyar kir ku Tirkiye hewl dide mijara kuştina Xaşiqçî ji xwe re bikar bîne û destkeftiyên siyasî bi dest xwe ve bîne û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Helwestên Navnetewî riya istismarkirina doza Xaşiqçî li pêşiya Tirkiyê girt."

Amerîka

Der barê mijarên girêdayî karûbarên Amerîka jî rojnameya Şerq El-Ewsat behsa guhertinên serok Donald Trump di rêveberiya Amerîka de kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Gumanên 'bêjingkirinê' di rêveberiya Amerîka de zêde dibin".