ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08.11.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08.11.2018
8 mijdar, 2018   05:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarokê El-Kerama ya gundewarê rojhilatê Reqayê cenazeyê şehîd Hesen Ebdulmihsin (Aqomîrî) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Sêvdar oxir dikin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê têkildarî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê daxuyaniyekê li ber avahiya meclisê ya li taxa Şêxmeqsûd dide. Bi heman armancê Mala Êzidiyan a Helebê daxuyaniyê didin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li navçeya Çilaxa ya herêma Cizîrê bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke tê lidarxistin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-TEV-DEM li herêma Firatê rêzecivînên şîrovekirina rewşa siyasî didomînin. Civîn li navçeya Sirîn, Şêran, Bênder, Qenaya, bajaroka Til Xezal, Taşlok, bajaroka Belek û navçeya Çelebiyê têne lidarxistin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Parastinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê bi boneya salavgera ragihandina erka xweparastinê li Minbicê şahiyekê li dar dixe, saet 11:30. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Êzidiyên li Efrînê bi mebesta ku rê û rêsmên xwe yê olî pêk bînin û tekezî li ser têkçûyîna pilanên hêzên dagirker ên li dijî çand û baweriya wan bikin Komeleya Êzidiyan a Efrînê li navçeya Til Rifetê ji nûve vedike. Jinên Êzidî dibêjin ew ê li hemberî dagirkeran bisekinin heya Efrîn rizgar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan yên li bajarê Qamişlo diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêberê hemû pêkhateyan ne û heya azadiya fizîkî ya Ocalan pêk neyê we  şerê Rojhilata Navîn bi dawî nabe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên bajarê Dêrikê êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina sivîlan û destwerdana di karûbarên Sûriyê de şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî binpêkirinên xwe yên dermirovî li dijî şêniyên kantona Efrînê didomînin. Di rojên dawî de dest bi avakirina avahiyan kirine da ku kesên biyanî lê bi cih bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hejmarek koçberên Kampa El-Cerbûi ya ku dikeve bakurê bajarê Reqayê diyar kirin ku ji ber kiryaraên rêjîmê nikarin vegerin herêmên xwe û tekez kirin ku ew jiyana li Reqayê di bin alê QSD'ê de dipejrînin, ji ber ku ev herêm ji herêmên wan ewletir e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Bi dirûşmeya 'Bi têkoşîna ciwanên şoreşger em ê Sûriyeyeke azad ava bikin' ciwanên Rojava roja înê Kongreya xwe ya duyemîn dê li dar bixin. Tê payîn ku delegeyên hemû bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî kongreyê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ciwawnên bajaroka Hîşa ya Eyn Îsayê bi wesîleya salvegera sêyemîn a rizgarkirina bajarokê şahiyekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Zuleyxa Ebdî destnîşan kir ku ew ê bi boneya Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bi hemleyek berfireh rabin. Ji ber ku jinên Reqayê ên herî zêde zirar di encama çewisandina rola wê ji hêla DAIŞ'ê ve dîtine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî derbasbûna zêdetirî salekê ji rizgarkirina bajarê Reqayê jinan di warê perwerdehiyê de gavên girîng avêtin. Hejmara mamosteyên jin gihaştin 3 hezarî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Mihemed Feyad di encama êrîşên hêzên rêjîma Sûriyê û binpêkirinên DAIŞ'ê yên ne mirovî de li dijî sivîlan neçar ma ji bajarokê El-Meyadîn koçber bibe. Ruxmî koçberbûnê lê dikanek ya barberiyê di kampê de vekir û debara malbata xwe peyda dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber guncawbûna şert û mercên xwedîkirina sewalan li gundewarê Kantona Girê Spî, şêniyan çêlek û pez xwedî dikin û debara xwe peyda dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

‪‎‪ANHA