Pêkhatêyên Qamişlo: Bi azadiya fizîkî ya Ocalan re şerê li Rojhilata Navîn dê bi dawî bibe

Pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan ên li bajarê Qamişlo diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêberê hemû pêkhateyan e û heya azadiya fizîkî ya Ocalan pêk neyê şerê li Rojhilata Navîn bi dawî nabe.    

Pêkhatêyên Qamişlo: Bi azadiya fizîkî ya Ocalan re şerê li Rojhilata Navîn dê bi dawî bibe
8 mijdar, 2018   07:24

MÛRADA KENDA – BASIL REŞÎD / QAMIŞLO

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 20 sal e di nav tecrîdeke giran de tê hiştin. Ji 11’ê Îlona 2016’an ve jî hikumeta Tirk nahêle malbat, parêzer an jî Heyeta Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê bike û ji wê rojê ve agahiyek jê nayê wergirtin.  

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Fûat Çoşacak ji bo dîtina muwekîlê xwe cara 761'an serî li dozgeriyê da, lê daxwaz wan nehat qebûlkirin. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve 761 car e parêzer dixwazin biçim Îmraliyê, lê bi hincetên "rewşa nebaş a hewayê", “xerabûna keştiyê", "Rewşa Awarte" û herî dawî jî bi hinceta "Cezayê disîplînê" daxwaza wan nayê qebûlkirin.

Wek ajansa Hawar, me jî bangewaziyên şêniyên bajarê Qamişlo ên Kurd, Ereb û Suryan girtin. Şêniyên Qamişlo diyar kir ku bi azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd qeyran û şerê li Rojhilata Navîn dê bi dawî bibe.

‘Felsefeya rêber Apo li dijî desthilatdariyê ye’

Ji pêkhatêya Kurd Ebû Suut Osman (48) di destpêka axaftina xwe de tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Fikr û felsefeya Rêber Apo hemû pêkhatêyên Rojhilata Navîn hembêz dike. Pêkhateyên Rojhilata Navîn xwe li derdora fikrêb rêber Apo perwerde dikin û bi felsefeya rêber Apo re hatine girêdan. Mixabin dewletên dagirker û neteweperest naxwazin fikrê rêber Apo were belavkirin. Ji bo desthilatdarî û berjewendiyên xwe xeternak dibînin. Rêber Apo bi fizîkî hatiya girtin lê fikr û felsefeya wî di cîhanê de hatiya belavkirin. Azadiya fizîkî ya rêber Apo dê şerê Rojhilata Navîn bide sekinandin û qeyrana civakî jî bi dawî bike. Ji ber ku felsefeya rêber Apo li dijî desthilatdariyê ye û mafê mirovan diparêze.  Azadiya hemû pêkhateyan dê bi azadiya fizîkî ya rêber Apo pêk were.”

 ‘Bêdengiya hêzên navneteweyî ji tecrîdê re cihê şermezariyê ye’

Ji pêkhatêya Ereb Semîra Esxat Heydo (48) diyar kir ku jinên Ereb bi paradîgmaya Rêber Apo re şerê li dijî DAIŞ’ê dikin û wiha got: “Cihê şermezariyê ye ku hêzên navneteweyî li dijî tecrîdkirina rêber Apo dernakevin.  Em hemû pêkhate azadiya wî ji xwe re esas digirin. Ji bo hemû pêkhateyan rêber Apo sembola azadiyê ye. Dewleta Tirk a dagirker bi tecrîda li dijî rêber Apo ji hemû pêkhateyan re peyama ‘Hûn nikarin xwe bi rêxistin bikin’ dide. Dema hilweşandina desthilatdariyê hatiye. Lê dijminên azadiya gelan bila zanibin ku êdî me sembola azadiyê nas kir û heya dawiyê jî di derdora sembola xwe de cih bigirin.”

‘Rêber Apo rêhevalê karkeran û gelên bindest e’ 

Ji pêkhatêya Suryan Ebû Enter Botos (58) ji bajarê Êlihê navçeya Xerzan ya bakurê Kurdistanê di komkujiya Suryanan de koçberî Qamişlo bûne. Ebû Enter Botos têkildarî tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev tişt anî ziman: “Em pêkhatêya Suryan xwe li gorî felsefeya Rêber Apo perwerde û bi rêxistin dikin. Rêber Apo mafê karkeran û hemû pêkhateyan diparêze. Li dijî bindestî û yekperestiyê disekine. Rêber Apo rêhevalê hemû pêkhateyan ye. Yekitiya hemû pêkhateyan bi fikrê Rêber Apo xwe nîşan dike. Em gelên Suryan gelek caran hatine înkarkirin. Lê êdî em dibejin ku rêberekî me jî heye ku em xwe li derdora wî dikin xelek.”

Her wiha pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan bang li hêzên navneteweyî kir ku êdî ji bêdengiyê derkevin û li dijî tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bisekinin.

ANHA