Binpêkirinên ku di nava hefteyekê li Efrînê rû dane

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî binpêkirinên xwe yên dermirovî li dijî şêniyên kantona Efrînê didomînin. Di rojên dawî de dest bi avakirina niştecihgehan kirine da ku malbatên çeteyên lê bi dih bikin.

Binpêkirinên ku di nava hefteyekê li Efrînê rû dane
Binpêkirinên ku di nava hefteyekê li Efrînê rû dane
8 mijdar, 2018   05:20

EFRÎN

Ajansa me ANHA‘ê binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li dijî sivîlên Efrînê, ji revandin, talankirina milkan û guhertina demografî ku di hefteyekê de rû dane eşkere kir.

Revandin

Ji destpêka dagirkerina Efrînê ve zêdeyî 2 hezar û 500 sivîl hatine revandin, di nav de 145 jin û zêdeyî 850 kes çarenûsa wan ne diyar e.

ANHA bûreyên  kuştin û revandinê ku di nava hefteyekê de rû dane diyar dike:

Li gundê Badîna yê navçeya Mabatayê 6 sivîl hatin revandin (Hêvîn Mustefa Îbiş, Hisên Mustefa Hiso Ebû Şaban, Hawar Osman Daud, Xelîl Mihemed Cerû, Eynayat Nişet Mustefa û Hemîd Şêxê).

Her wiha welatiyê bi navê Ebdo Mamo Beşîr (35) ji bajarê Efrînê, Îsam Mustefa Xelîl ji taxa Zeydiyê, Mihemed Elî Certo (40) ji taxa Mehmûdiyê, Azad Tobal (45) ji gundê Maersekê yê navçeya Şerayê û Hemîd Eto jî hatin revandin û daxwaza "Fidiyê" ji malbatên wan kirin.

Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li bajarê Efrînê ciwanê bi navê Fîras Ehmed Mustefa tevî erebeya wî revandin û birin cihekî ne diyar.

Li gundê Goliyaya Jorîn ê herêma Racoyê welatiyê bi navê Elî Beşîr Osman di encama teqîna mayînekê de şehîd bû û birayê wî Mihemed Osman û biraziya wan Belo Osman yê 17 salî birîndar bûn.

Guhertina demografî

Artêşa Tirk a dagiker li gel kuştin û revandin polîtîkeyên guhertina demografiya Efrînê didomînin. Di vê çarçoveyê de niştecihgehên resen didin koçberkirin û li şûna wan malbatên çeteyên ên ji Şam, Humis, Dera û hwd li kantona Efrînê bi cih dike. Artêşa dagirker bi armanca ku mayîna malbatên çeteyan li kantonê mayinde bike, niştecihgeh û avahiyan ji bo wan ava dikin.

Girêdayî mijarê "Meclisa herêmê" ya ku fermanên xwe ji MIT digire di vê heftiyê de daxuyaniyek derxist, tê avakirina avahî û niştecihgehan ragihandin. Armanca dagirkeran ji vê yekê ew e ku hebûna malbatên çeteyan li herêmê rewa û mayinde bike. Li ser vê yekê dest bi avakirinê li herêma Çiyayê ya rojavayê gundê Mêremîn ê navçeya Şera kirine.

Dizî û talankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê dizî û talankirina mal û milkên sivîlan didomînin bi taybet hilbirînên zeytûnan û nahêlin ku welatî biçin nava zeviyên xwe. Hêzên dagirker bi armanca xirabkirina xwezaya Efrînê dar û zeviyan dibirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, çeteyan li gundên navçeyên Şera û Bilbilê, zeviyên di navbera gundê Naza û devera Keleha Nebî Horî de, deşta gundê Qizilpaş, Bilêlê, Alçiya, gundên li ser sînorê Ezazê  bi dehhezar dar ji zeytûnan hilbirandine.

Li aliyekî din jî çeteyan hilbirînên zeytûnan ên li gundê Emara yê Mabatayê dizîne û zêdeyî 3 hezar û 500 dar li gundê Afraz û Golîka Gopik ê navçeyê desteser kirin.

Her wiha berhemên zeytûnan li gundê Telef, Keferzêta yê navçeya Cindirêsê, gundê Marata, Coqa, Tor Tewîl ê navenda bajarê Efrînê dizîn û darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Mustefa Şahîn ku beriya çend meha ji aliyê çeteyan ve li bajarê Efrînê hatibû kuştin, desteserkirin.

Çavkaniyekî diyar kir ku çete li nava zeviyên gundên Berbenê yê Racoyê, gundên Sêwiyê û Heyatê yê Mabatayê  digeriyan da ku nas bikin bê ka şênî zeviyan berhef dikin na ye. Dema yek bibînin zeviyên wî desteser dikin.

ANHA