‘Divê em dijminê xwe nas bikin’

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Naso got ku, pêşbiniyên Ocalan yên ku digot "Divê em dijminê xwe nas bikin da ku xwe û xaka xwe rizgar bikin" rojane têne pişrastkirin.

‘Divê em dijminê xwe nas bikin’
7 mijdar, 2018   07:16

CAFER CAFO – XANDÎ ELO / ŞEHBA

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Naso, sala 1996‘an li Helebê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye. Naso hevdîtina xwe ya bi Ocalan re bi ajansa me re parve dike û diyar kir ku hevdîtin 3 saetan berdewam kiriye.

Mihemed Naso diyar kir ku pêşbiniyên Ocalan niha li ser erdê pêk tên û destnîşan kir ku Ocalan di nîqaşên xwe de qala dîroka Kurd û Kurdistanê, sedemên dagirkirina Kurdistanê ji aliyê dewletên mêtînger ve kiriye û wiha axaftina xwe dirêj kir: "Rêbertî ji me re digot; Divê em dijminê xwe, dîroka xwe û sedema dagirkirina welatê xwe nas bikin. Heger em vê nas bikin wê demê emê zanibin ji bo azadiya Kurdistanê çi bikin."

Naso anî ziman ku di demeke kurt de felsefeya rêber Ocalan li her deverê belav bû û destnîşan kir ku armanca komployên navdewletî yên li dijî rêber Ocalan ewe ku e ku pêşî li ber belavbûna fikr û felsfeya bigire. Naso got, bi saya xwedîderketina bi mîlyonan kesên azadîxwaz û demokart komplo vala hate derxistin.

Mihemed Naso her wiha got: "Em îro dibînin dema êrîşeke li ser herêmeke Kurdistanê tê kirin gelê Kurd li tevahî cîhanê diherikin qadan û çalakiyan dikin. Ev jî xwedîderketina me ya li ramanê Ocalan’e ku banga têkoşînê û serînetewandina ji dijmin re diyar dike."

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Naso êrîşên li dijî Efrînê wekî berdewama komploya navdewletî ya sala 1999‘an li dijî Ocalan bi nav kir û ev tişt anî ziman: "Êrîşên li ser Efrînê tê wateya êrîşê li ser biratiya gelan û jiyana hevbeş, lê hêz û îradeya me komplo vala derxist. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin heya Efrîn rizgar bikin."

ANHA