Hisên Şayîtî: Tirkiyê bi êrîşên xwe nefesê dide DAIŞ

Ji fermandarên QSD‘ê Hisên Şayîtî têkildarê êrîşên artêşa Tirk a daigrker ên li ser herêmên Bakurê Sûriyê anî ziman ku Tirkiyê bi van êrîşan destekê dide DAIŞ‘ê.

Hisên Şayîtî: Tirkiyê bi êrîşên xwe nefesê dide DAIŞ
7 mijdar, 2018   07:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Şayîtî anî ziman ku ew tev li QSD‘ê bûne da ku Sûriyê ji terorê rizgar bikin.

Hisên Şayîtî di hevdîtina xwe li gel ajansa me rola Tirkiyê ya piştgiriya çeteyên DAIŞ‘ê ku nefesa dawî digire, destnîşan kir, her wiha bal kişand li ser rola erîşreya Şayîtat a li dijî çeteyên DAIŞ û  ev tişt anî ziman: "Eşîreya Şayîtan ji destpêkê ve li dijî çeteyên DAIŞ‘ê şer kir. Çeteyên DAIŞ‘ê piştî ku derbeyên giran ji QSD‘ê xwarin gef li eşîreya me xwar. Îro em di nav Hêzên Sûriya Demokratîk erdê xwe ji DAIŞ‘ê paqij dikin û tola şehîdên xwe hiltînin."

Şayîtî diyar kir ku gelek ji zarên eşîreya Şayîtat tev li refên Hêzên Sûriya Demokratîk bûne û li dijî DAIŞ‘ê şer dikin û wiha domand: "Wekî eşîreya El-Şayîtat me gef ji çeteyên DAIŞ‘ê xwar. Çeteyan gefa danîna çek û şerê Hêzên Sûriya Demokratîkde bikin li me xwar. Lê em ê karê xwe di nava Hêzên Sûriya Demokratîk de berdewam bikin heya hemerêm bi temanî rizgar bikin."

Hisên Şayîtî bal kişand ku şêniyên Dêrazorê rastî her cure zulm, qetilkirin û kuştin ji aliyê DAIŞ‘ê ve hatin û got: " DAIŞ‘ê sedema koçberkirina eşîreya Şayîtan ji herêmên Sûriye ye."

Hisên Şayîtî têkidarî tevlêbûna xwe ya nava QSD‘ê û pêngava rizgarkirina Dêrazorê ev tişt anî ziman: "Destpêkê Hêzên Nuxba ya Sûriyê hate avakirin. Ez jî di nav vê hêzê de bûm. Ehmed El-Cerba gelek soz têkildarî destpêkirina pêngava rizgarkirina Dêrazor da, lê ti pêngav ji aliyan ve pêk nehat. Piştî ragihandina pêngava rizgarkirina Dêrazorê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve min cihê xwe di nava vê hêzê de girt. Ji ber ku armanca wî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ‘ê û şerê terorê ye."

Şayîtî her wiha  got: "Wekî Hêzên Sûriya Demokratîk armanca me ye yekem tinekirina çeteyên DAIŞ‘ê ye. Êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nefesê bide DAIŞ‘ê û temenê wê dirêj bike."

Têkildarî îdiayên hin dezgehên çapemeniyê ku QSD‘ê bi "Milisan" bi nav dike Fermandarê QSD‘ê Hisên Şayîtî ev tişt anî ziman: " Hêzên Sûriya Demokratîk ne milisin, em hêzeke Sûrî niştimanî ne, şervanên wê ji hemû pêkhateyên Sûriyê pêk tê, wekî hêz em şerê terorê dikin û gel û xaka xwe rizgar dike û aştî û biratiya gelan belav dikin."

ANHA