Li El-Xenamiye û Sêgir navendên Kongreya Star hatin vekirin

Kongreya Star li bajarokên El-Xenamiye û Sêgir ên navçeya Dirbêsiyê bi armanca birêxistinkirina jinan 2 navendên xwe vekirin. 

Li El-Xenamiye û Sêgir navendên Kongreya Star hatin vekirin
Li El-Xenamiye û Sêgir navendên Kongreya Star hatin vekirin
Li El-Xenamiye û Sêgir navendên Kongreya Star hatin vekirin
Li El-Xenamiye û Sêgir navendên Kongreya Star hatin vekirin
Li El-Xenamiye û Sêgir navendên Kongreya Star hatin vekirin
Li El-Xenamiye û Sêgir navendên Kongreya Star hatin vekirin
7 mijdar, 2018   07:48

HESEKÊ

Kongreya Star li bajarokên El-Xenamiye û Sêgir û bi armanca birêxistinkirina jinan da ku di avakirina civakeke azad de li ser esasê demokratîk bi awayekî çalaktir bi rola xwe rabin, 2 navendên xwe bi du şahiyên cuda vekirin.

Endamên saziyên navçeyê, rêveber û endamên Kongreya Star û bi dehan şêniyên navçeyê tev li şahiyên vekirina her du navendan bûn. Cihên her du şahiyên bi wêneyên şehîdan û alên Kongreya Star hatin xemilandin.

Di şahiya li Xenamiyê de ji rêveberên Meclisa Kongreya Star a bajarokê El-Xenamiyê Şêrîn Xidir axivî û vekirina navendê li hemû jinan pîroz kir.

Şêrîn tekez kir ku armanca wan ji vekirina navendê ew e ku jin bi awayekî baştir werin birêxistinkirin. Şêrîn di axaftina xwe de destnîşan kir ku rola jinan di pêşketina civakê û avakirina civakeke demokratîk û azad de sereke ye û wiha anî ziman: "Li Bakurê Sûriyeyê jinan cihê xwe di hemû aliyên jiyanê de girt. Xwe bi pêş xist û cihê xwe di eniyên şerê li dijî terorê de girt."

Şêrîn di dawiyê de soza şopandina rêya hemû şehîdan û kar û xebatên ji bo bidestxistina azadiyê jinan da.

Her wiha di şahiya li bajarokê Sêgir de yek ji rêveberên Kongreya Star Ayda Hisên destnîşan kir ku êrîşên dawîn ên li ser Bakurê Sûriyeyê jin bi taybet dikirin hedef û mînaka wê ku zaroka bi navê Sara Mistefa (6) şehîd xistin, her wiha rojnamevan Gulîstan Mihemed jî di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker de birîndar bû. Ji ber wê divê hemû jin xwe zêdetir bi rêxistin bikin da ku ji dijmin re îsbat bikin ku jinên birêxistinkirî mîsogeriya civakeke azad û bi exlaq in.

Deriyên her du navendan ji aliyê dayikan ve hatin vekirin.

(bx)

ANHA